Gerîlayan li Şirnex û Bedlîsê çalakî li dar xistin

Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê bênavber dewam dikin. Di çalakiyên gerîlayan de gelek leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyên gerîla yên her ku diçin zêdetir dibin de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

BEDLÎS

4’ê Hezîranê saet 08:30’an de gerîlayên me li hember yekîneyeke artêşa Tirk ên ku li girê Hevrîs ê girêdayî Bedlîsê bi cih bibûn çalakiyeke li dar xistin. Di encama çalakiyeke xurt û ji mesafeyek nêzîk de leşkerek hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC bi çekên giran û hewanan derdora xwe ketober bombebaran kir.

ŞIRNEX

4’ê Hezîranê saet 07:00’an artêşa TC û cerdevan di navbera rêya Sêgirkê-Gundikê Melê ya Şirnexê de dest bi operasyonê kirine. Hêzên me yên gerîla li hember hêza operasyonê çalakiyeke sabotajê li dar xistin, di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Her wiha di encama lêdanek xurt de jî hêzên me leşkerekî din jî kuştin. Di operasyonê de artêşa TC devera çalakiyê bi obus, hewan û tankan bombe kirin. Operasyon, 5’ê Hezîranê (îro) saet 03:00’an vekişiya.

5’ê Hezîranê (îro) saet 09:30’an de yekîneyên me yên gerîla bi çekên giran leşkerên ku li derdora girê Kûrkê Omerya û girê Şehîdan yê li ser sînorê navçeya Qilaban a Şirnexê bi cih bibûn û yên li qereqola Elemûnê kirin hedef. Wesayîta zirxî ya ku li herêmê di nava tevgerê de bû hedefa çekên giran û hatiye derbkirin. Di vê çalakiyê de têkildarî kuştî û birîndarên leşkerên TC de agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Piştî çalakiyê artêşa TC qada çalakiyê bi obus û hewanan bombe kir.

4’ê Hezîranê saet 11:00’an hêzên me li hember komek leşkerên ku li derdora girê Şehîd Lezgîn di nava tevgerê de bûn çalakiyek li dar xistin. Li vir jimara kuştî û birîndaran nehatin zelalkirin.

3’yê Hezîranê saet 16:00’an de hêzên me bi çekên giran li kepçeya li derdorê girê Kûroşîno yê aîdî artêşa TC kar dikir xistine. Piştî çalakiyê karê li vir dihat kirin hate rawestandin.

4’ê Hezîranê saet 08:30’an de yekîneyên me bi çekên giran û bi awayek bandor li komek leşekerên ku li derdora qada Şehîd Kendal a li ser sînorê navçeya Qilaban a Şirnexê xistin û li vir leşkerek hate kuştin.

AMED

4’ê Hezîranê saet 10:20’an de balafirên şer ên artêşa TC herêma Şehîd Ferhat a girêdayî navçeya Lîcê ya Amedê bomberdûman kirin. Piştî bomberkirinê, artêşa TC li bejahiyê operasyonek li dar xistin, operasyon hê jî dewam dike.

DERSÎM

1’ê Hezîranê leşkerên artêşa TC li herêma Barav a girêdayî navçeya Pîlemûrî ya Dersîmê cil û bergên sivîlan li xwe kirine û xebatên keşifkirina herêmê kirine. 2’yê Hezîranê saet 07:00’an li gel pêgerên keşfê yên bêmirov û bi alîkariya helîkopterên Kobra, helîkopterên Skorsky li herêmê leşker danîne. 3’ê Hezîranê helîkopterên Kobra li herêmê xistin. Operasyon 3’yê Hezîranê heta saet 17:00’an dewam kir û piştre vekişiya. Her wiha artêşa TC li herêmên Şevdîn û Baravyê jî kemînan datîne.

COLEMÊRG

3’yê Hezîranê yekîneyên me yên gerîla li hember leşkerên ku li derdora girê Şehîd Bager ê li ser herêma Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê di nava tevgerê de bûn, bi çekên navîn çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên artêşa TC nehatin zelalkirin. Li vê herêmê li ser hinek leşkerên artêşa Tirk jî cil û bergên gerîla hebûn.

4’ê Hezîranê saet 04:00’an de artêşa TC li gundên Meleyan û Helenka yên li ser sînorê herêma Şemzînan a Colemêrgê operasyoneke bejahî li dar xistin, operasyon hê jî dewam dike.

Ji serê meha Hezîranê ve Qereqola Yenîkopru; di rêya navbera Wan- Colemêrgê de kemînan datînin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

5’ê Hezîranê (îro) di saet 08:30’an de pêgera keşfê ya bi tîpa Dron a li derdora herêma Çeperê Şêxa ya girêdayî herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava tevgerê de bû ji aliyê yekîneyên me ve hate îmhakirin.

5’ê Hezîranê (îro) saet di navbera 09:00-09:30’an de balafirên şer ên artêşa TC; devera Girê Doşka, Girê Sor ên girêdayî herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê, saet di nabera 09:00-10:00’an de Kûrê Mizgeftê yê girêdayî herêma Xakûrkê, derdora Berêkeskê û ava Hecîbegê, 4’ê Hezîranê saet di navbera 11:00-11:30’an de jî devera Meyrokê ya girêdayî herêma Garê bomberdûman kirin. Di encama bomberdûmana li herêma Garê de şewat derket û ziyanên mezin gihiştin zevî û baxçeyên gundiyên herêmê.

ERZÎNGAN

23’ê Gulanê me eşkere kiribû ku di şerê li ser rêya li navçeya Kemah a Erzînganê de, 3 hevriyên me şehîd ketibûn. Têkildarî nasnameya hevalekî agahiyên şaş hatibû dayin. Ji ber vê sedema şaşîtiyê ji gelê xwe yê welatparêz û raya giştî ya demokratîk lêborînê dixwazin. Hevriyê me Mahîr Cûdî (Ako Abdullahî) niha li ser erka xwe ye.

Nasnameya gerîlayê ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Mahîr Botan

Nav û Paşnav: Mahîr Kûrt

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayik- Bav: Fazîle- Şahîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Erzîngan/25’ê Gulanê 2015.