Gêrîlayên HPG’ê li navçeya Pulur ya Dêrsimê gelek wesayît rawestandin û kontrola nasnameyan kirin. Artêşa Tirk jî piştî çalakiya gêrîlayan li herêmê operasyon dan destpêkirin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, gêrîlayan vê sibehê li nêzî pira Venk ya li ser rêya Pulur ya Dêrsimê gelek wesayît rawestandin û kontrola nasnameyan kirin. Piştî kontrola nasnameyan, gêrîlayan demekê propaganda kirin û dawî li çalakiya xwe anîn û ji cihê bûyerê dûr ketin.
Artêşa Tirk jî piştî ku gêrîlayên HPG’ê çalakiya xwe pêkanîn operasyon da destpêkirin. Hat diyarkirin ku, yekîneyên komando jî bi helîkopteran kêşan cihê herêmê. Her wiha hat hînbûn ku, gelek herêm jî bi helîkopterên kobra hatin bombe barankirin. Operasyona ku li herêmê hatiye destpêkirin didome.