Gerîlayan li Karaza Amedê çalakiya tolhildanê li dar xistin
HPG’ê da xuyakirin ku li dijî êrîşên qetlîamê yên li Sûr, Silopiya û Cizîrê, hêzên gerîla li navçeya Karaz a Amedê çalakiyek tolhildanê ya berfireh li dar xistiye.
HPG’ê da xuyakirin ku li dijî êrîşên qetlîamê yên li Sûr, Silopiya û Cizîrê, hêzên gerîla li navçeya Karaz a Amedê çalakiyek tolhildanê ya berfireh li dar xistiye.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk bi leşker, polîs û ji her cûre pêkhateyên xwe yên çeteyan ve îro li Kurdistanê şerekî derveyî mirovahiyê dimeşîne. HPG’ê da xuyakirin ku li dijî van êrîşên qetlîamê yên li Sûr, Silopiya û Cizîrê, hêzên gerîla li navçeya Karaz a Amedê çalakiyek tolhildanê ya berfireh li dar xistiye, wiha got: “16’ê Çileyê saet 17.00’an li hember qereqola Jenderme û midûriyeta emniyetê ya girêdayî navçeya Karaz a Amedê, hêzên gerîlayên çalakiyek hemwext li dar xistin. Di çalakiyê de avahiya qereqolê hat hedefgirtin, bi roketên B7 ve bi bandor hat derbkirin. Di encama çalakiyê de encama mirî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin, piştî çalakiyê 3 ambûlans hatin cihê bûyerê, mirî û birîndarên xwe rakirin.”
HELÎKOPTEREK KOBRA HAT DERBKIRIN
Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin:
“17’ê Çileyê saet di navbera 14.30-16.00’an de dema 2 helîkopterên Skorsky diçûn qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê; 3 helîkopterên Kobra jî li girê Şehîd Gafûr dane. Li ser vê hêzên gerîlayên me jî li helîkopterên Kobra dan. Di encama lêdanên bi bandor, helîkopterek Kobra hat derbkirin û neçar ma vekişe qereqola Oremarê.
LI QADÊN GERÎLA TEVGERA HEWAYÎ
17’ê Çileyê saet 09.00-11.00’an ji Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser herêma Xakûrkê, saet 12.00-22.30’an li ser herêma Qendîlê, saet 19.00-20.30’an li ser herêma Avaşîn, 17-18’ê Çileyê saet 17.00-01.00’an li ser herêma Garê, ji 16’ê Çileyê ve li ser herêmên Zap û Xinerê pêgerên hewayî yên keşfê digerin. Her wiha 17’ê Çileyê saet 23.00-00.00’an li ser herêma Zapê tevgera balafirên şer çêbûn.
BALAFIRÊN ŞER GUNDÊ KINYANÎŞ BOMBERDÛMAN KIRIN
16’ê Çileyê saet 23.30’an balafirên şer ên TC gundê Kinyanîş ê girêdayî herêma Zapê bomberdûman kirin.”