Gêrîlayên HPG’ê duh li navçeya Şemzînana Colemêrgê rê kontrol kiribûn, îro jî di demjimêrên sibehê de li heman cihî cara duwem rê kontrol kirin.
Duh li navçeya Şemzînan Colemêrgê piştî ku gêrîlayên HPG’ê demjimêrekê rê kontrol kirin, leşkerên Tirk li herêmê operasyon da bû destpêkirin. Îro jî di demjimêrên sibehê de gêrîlayên HPG’ê di navbera gundikên Navrezan û Rûbûnûsan yê ser bi gundê Nehrî ve cara duwem rê kontrol kirin.