Li navçeya Farqîna Amedê, gerîlayan avêtin ser ocaxek a xîzê û 6 wesayîtên ji Serokê AKP’ya Farqînê Nedîm Kiliçaslan kirê girtibûn şewitandin.
Li gorî çavkaniyên herêmî gerîlayên HPG’ê di saetên duh êvarê de, bi ser ocaxa xîzê ya li nêzî Pira Malabadê de girtin û 6 wesayîtan şewitandin.
Hat diyarkirin ku wesayîtên hatin şewitandin ên Serokê AKP’ya Farqînê Nedîm Kiliçaslan bûn.