Gerîlayan duh li ser rêya Dêrsim-Pulurê, di demjimêrên danê sibê de rê birîn û nasnameyan kontrol kirin, piştre gerîlayan dîsa wê riyê qut kirin û nasname kontrol kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, gerîlayan di 1’ê tîrmehê demjimêr di 17.00 de li ser rêya bejahî ya Dêrsim û navçeya wê Pulurê rê kontrol kirin. Hat ragihandin ku hejmara gerîlayan 15-20 kes bûn û wesayîtan rawestandin û nasname kontrol kirin.
Piştî ku bûyer hat bihîstin, li herêmê operasyon hat destpêkirin.