Gêrîlayan li Colemêrgê AKP’yiyek binçav kir

Gêrîlayan li Colemêrgê AKP’yiyek binçav kir

Keyayê bi navê Mehmet Çakir yê ku di hilbijartinên herêmî de li Colemêrgê berendamtiya xwe di AKP’ê de danî bû, hate îdîakirin ku gêrîlayan binçav kiriye.

Dema ku Çakir bi telefonê li malbata xwe geriya û jêre got ez li gel gêrîlayanim û rewşa tenduristiya min başe re bûyer derkete holê.

Di derbarê bûyerê de heya niha ji çavkaniyên HPG’ê ti daxuyanî nehatine.