Gerîlayan li Çelê li qereqola sînor xist

Gerîlayan li Çelê li qereqola sînor xist

Gerîlayan bi çekên giran li Qereqola Cendirmeyan a Serbestan a li ser xeta sînor a navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, gerîlayan danê nîvro bi çekên giran li Qereqola Cendirmeyan a Serbestan a li ser xeta sînor a navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin. Piştî çalakiyê pevçûnek kurt rû da, tu kuştî û birîndar çênebûne.

Cîgirê Waliyê Colemêrgê Onder Bozkûrt îdîa kir ku di bûyerê de tu kuştî an jî birîndar çênebûne û got ku li herêmê operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.