Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê di salvegera 17. de li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gerîlayan ve hat şermezarkirin. Gerîlayan gotin, "Komploya di roja îro de jî dewam dike, bi têkoşînê re dikare were pûçkirin."
ARGEŞ SERHAT
BEHDÎNAN / ANF
yekşem, 14 reşemiyê 2016, 07:02
Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê di salvegera 17. de li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gerîlayan ve hat şermezarkirin. Gerîlayên ji ajansa me re axivîn gotin, "Komploya di roja îro de jî dewam dike, bi têkoşînê re dikare were pûçkirin."
'KOMPLO DI ROJA ÎRO DE JÎ DEWAM DIKE'
Gerîla Kendal Amanos da xuyakirin, ku komploya navneteweyî di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî tevahiya gelê Kurdistanê hatiye kirin û komplo careke din lenet kir.
Amanos got, "Komplo di roja îro de jî dewam dike. Bi tecrîda zêdeyî 2 sal in li ser Rêberê me hatiye şidandin re ev komplo tê dewamkirin. Komplo li Rojava, Başûr, Bakur tê dewamkirin. Beriya niha ev komplo hatibû pûçkirin. Lê belê komkujiyên hovane yên tên kirin, weke parçeyekî komployê ket dewrê. Di roja îro de li Bakurê Kurdistanê li pêş çavên tevahiya cîhanê komkujiyek hovane tê kirin. Dewleta TC eşkere kir ku hin planên xwe hene. Lê belê mîna ku di herikîna dîrokê de jî tê dîtin, Kurdan li ber ti planên mêtîngeriyê serî netewandine. Weke gel û tevger, em ê jî van planan pûç bikin. Weke gerîla planên me jî hene. Plana wan ew bû ku heta biharê me biqedînin. Lê ji wan nehat biqedînin, vaye em dikevin nava meha biharê. Divê gelê me jî serhildanên xwe bilindtir bike. Weke hêzên parastina vî gelî em ê tola hemû şehîdên xwe yên di vê demê de hatine dayîn, hilînin. Û em ê komployê pûç bikin. Li hemberî zilma AKP'ê em ê ti carî serî netewînin. Serketin êdî wê ya Kurdan be."
'PLANA MASTER PARÇEYEK JI KOMPLOYÊ YE'
Ferzad Amara jî bi lenetkirina komploya navneteweyî re dest bi axaftina xwe kir û got, "Xwestin bi komployê re bîrdoziya Rêber Apo dîl bigirin. Lê belê Rêber APo bi parêzanemyên xwe yên li Îmraliyê re ji bo mirovahiyê bû ronahiyeke nû. Plana Master a ku niha dewleta Tirk hewl dide li Kurdistanê bixe meriyetê, jibereke fermana Şark Islahat a sala 1937'an e. Girîng e her kes vê bi vî rengî fêm bike û li gorî wê helwestê nîşan bide, têbikoşe. Weke gerîla em soz didin, ku di vê sala 18. a komployê e em ê têkoşîna niha ya li Kurdistanê tê meşandin bi têkoşîna gerîla re bikin yek û komployê careke din pûç bikin. Di vê roja reş de, ez komployê careke din lenet dikim"."
'KOMPLO WÊ BI BERXWEDANA GELÊ MER E PÛÇ BIBE'
Viyan Botan da zanîn, ku li lingekî komployê bi êrîşên wehşî yên li dijî gelên me yên li Rojava, Başûr û Bakur dewam dike û got, "Beriya niha bi 17 salan, di şexsê Rêber Apo de li hemberî tevahiya mirovahiyê komployeke navneteweyî hat kirin. Em dixwazin ragihînin, ku li dijî vê komployê em ê têkoşîna xwe li her qadê bilind bikin. Eger planên dewleta TC hebin, planên me jî yên azadkirina gelê me û Rêberê me hene. Û em ê bi van planên xwe re têkoşîna xwe derxînin asta herî bilind."
'BERXWEDANA RÊBER APO YA 17 SALAN'
Dogan Jîrkî diyar kir, ew ê bi têkoşîna li Kurdistanê re komployê pûç bikin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Weke gerîla em xwe ji her tiştî re amade dikin. Ev 17 sal in Rêber Apo li ber xwe dide û komplo pûç kiriye. Weke fedaiyên Rêberê xwe ji bo pûçkirina komployê ji her alî ve em ê ji her demê bêhtir bibin xwedî berxwedaneke mezin. Bila gumana kesî ji vê nebe."
'EM Ê ESARETA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO JI HOLÊ RAKIN'
Mûsa Rojdî jî destnîşan kir, ku gerîla wê bi parastina berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Bakurê Kurdistanê û bi mezinkirina vê têkoşînê re komployê pûç bike. Rojdî got, "Bi gelê xwe re em ê îsal vê komployê bişikînin û dawî li esareta fîzîkî ya Rêber Apo bînin."