Gerîlayan derbeyên giran li artêşa Tirk dan: 26 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî hêzên artêşa Tirk ên li Şemzînanê derketin operasyonê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de bi giştî 26 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parve kirin:

“4’ê Hezîranê saet 04.00’an artêşa TC li qada mabeyna gundên Helankê û Meleyan ên girêdayî herêma Şemzînan a Colemêrgê dest bi operasyonekê kiribûn.

Beriya operasyon destpê bike, 3’yê Hezîranê saet 10.00-19.00’an balafirên şer derdora gundê Melevan bi awayekî zêde bombe kirin. Di heman demê de qereqolên Durê û Radyolîk jî qada gundê Meleyan bombe kirin.

4’ê Hezîranê operasyona bi tevlîbûna cerdevanên gundên Katûna, Durê, Soranser û Kampdayê pêk hatin, saet 04.00’an 2 baskan xwe li qûntarê Meleyan, 2 baskên din jî xwe li Tepê Sor a di navbera gundên Meleyan û Soranser de bi cih kirine û operasyon berfireh kirine. Heman rojê saet 11.00’an komek leşker jî dema ji Tepê Sor daketin gundê Meleyan bûn hedefa hêzên gerîlayên me û çalakiyên sûîqestê hatin lidarxistin. Lê, hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin.

PIştî nîvro saet 15.00’an hêzên gerîlayên bi çekên navîn û ferdî ve yekîneyek leşkeran kirin hedef û 6 leşker hatin kuştin. Li vir 2 gerîlayên me bi berxwedanek fedaî şehîd ketine.

Dîsa, 4’ê Hezîranê dema komek leşker diçûn gundê Meleyan, hêzên me çalakiya sabotajê li dar xistin û 3 leşker hatin kuştin. Piştre saet 16.00-17.00’an hêzên me li hember leşkerên ku li qûntarê Meleyan xwe bi cih kiribûn çalakî li dar xistin. Di çalakiya bi çekên navîn û ferdî de 4 leşker hatin kuştin. Artêşa TC, saet 18.00’an bi helîkopterek Skorsky û 2 wesayîtên sivîl ve mirî û birîndarên xwe ji qadê rakirin.

5’ê Hezîranê saet 16.30’an li dijî leşkerên ku ji Tepê Sor vekişiyan ji du baskan çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin. Di çalakiyên baskê yekem 4 leşker, di yên baskê duyem de jî 8 leşker hatin kuştin. Her wiha, hema rojê saet 17.00’an komek leşker û hêzên gerîlayên me hevrû hatine, şer derket û li vir leşkerek hate kuştin.

Operasyona artêşa TC bêyî encam vekişiya, hêzên gerîlayên me jî ew bi çalakiyên xwe yên bi bandor ve şkestiye. Di van çalakiya de bi giştî 26 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Her wiha, di vê operasyonê de bi komek hevalên me re jî têkîliya me qut bûye.”

JI GERÎLAYÊN YJA STARÊ ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ

6’ê Hezîranê saet 16.00’an gerîlayên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li derdora girê Şehîdan ê li xeta sînorê navçeya Qileban a Şirnexê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerekî payebilind kuştin. Piştî çalakiyê jî hêzên me bi çekên giran li leşkerên ku li derdora leşkerên mirî kom bûne dan. Lê hejmara leşkerên mirî û birîndar ê vê çalakiyê nehat zanîn. Ev çalakî ji bo bîranîna hevala me Viyan Bahoz hate lidarxistin.

BALAFIRÊN ŞER LI HERÊMÊN GARÊ Û XINÊRÊ DAN

6’ê Hezîranê saet 08.40-09.30’an balafirên şer ên artêşa TC ji herêmên Parastinê yên Medyayê, qada di navbera gundên Gisê û Bermavê yên girêdayî herêma Garê, gundê Şêlalê û qada Geliyê Şê bombe kirin.

6’ê Hezîranê saet 23.00-00.00’an balafirên şer li herêma Xinerê qadên Kelaşîn û Berbizina bombe kirin.

NASNAMEYA 2 GERÎLAYAN

Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Bahtiyar Amed
Nav û Paşnav: Recep Kaplan
Cihê Jidayikbûnê: Edene
Navê Dayik û Bav: Feride - Hikmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Hezîrana 2016’an /Colemêrg

 

Nasnav: Tolhildan Şemzinan
Nav û Paşnav: Mikail Oguz
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Îran - Hurşit
Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Hezîrana 2016’an /Colemêrg”