Hat ragihandin ku li navçeya Şaxê ya Wanê gerîlayên HPG’ê cerdevana jin a bi navê Zumeyra Can binçav kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li gundê Buyukagaç ê navçeya Şaxa Wanê cerdevana bi navê Zumeyra Can dema li mêrgê pez diçêrand ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hate binçavkirin. Gerîlayên HPG'ê piştî hevserê Can Îsmaîl Can jî bi gaziya Zumeyra Can çû ew jî binçav kirin û li gel xwe birin. Piştî bûyerê li herêmê operasyona leşkerî hate destpêkirin.