Gerîlayan bi çalakiyan bersiv dan êrîşan

Gerîlayên HPG'ê roja 27'ê Mijdarê ji 4 baskan ve li hemberî qereqolên Şkêr, Serê Sevê, Tepê Ortê û Girê yên li navçeya Colemêrg Çelê çalakî lidar xistin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe rakir.

Gerîlayên HPG'ê roja 27'ê Mijdarê ji 4 baskan ve li hemberî qereqolên Şkêr, Serê Sevê, Tepê Ortê û Girê yên li navçeya Colemêrg Çelê çalakî lidar xistin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe rakir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku roja 27'ê Mijdarê saet di navbera 12:00-12:30 de gerîlayên HPG'ê ji 4 baskan ve li hemberî qereqolên Şkêr, Serê Sevê, Tepê Ortê û Girê yên li navçeya Colemêrg Çelê çalakî lidar xistin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hêzên me derbên bi bandor li avahî, nizanimiye, çepera tankê, 2 çeperên din û konteynira li hewşa qereqola Şkêr xistin. Li vê derê kuştî û birîndarên Tirk çêbûn, lê hejmar nehat zelalkirin. Baskê 2. jî li qereqola Serê Sevê û konteynira li hewşa wê xist. Baskê 3. kûle û çepera tankê ya qereqola Tepê Ortê hedef girt. Hejmara mirî û birîndarên li her du baskan nehat zelalkirin. Baskê 4. jî derbên bi bandor li qereqola Girê xist û li vir leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên bi tîma Skorsky rakir. Li dû çalakiyê artêşa TC heta saet 16:30 bi obus, hawan û tankan qadên heta gundê Latê Kewa û Ditaza bombe kir. Ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêberê me, bi wesîleya salvegera damezrandina partiya me û ji bo bîranîna hevrêyên me yên di dema dawî de şehîd ketine, hat lidarxistin.

25'ê Mijdarê saet di 15:45'an de li hemberî qereqola li gundê Golê yê ser bi navçeya Mêrdîn Mehsertê çalakiyek hat lidarxistin û leşkerek hat kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna berxwedana gelê Nisêbînê hat kirin.

27'ê Mijdarê saet di navbera 07:30-08:00 de hêzên me yên gerîla li dijî qereqola Arûş a li herêma sînorê Metîn çalakiyek pêk anîn. Hejmara mirî û birîndarên di vê çalakiyê de nehat kifşkirin.

27'ê Mijdarê saet di navbera 14:00-17:30 de li hemberî hêzên artêşa TC a li derdora Girê Şehîd Rahîme ya li herêma Oremarê ya navçeya Colemêrg Geverê bi cih bûn, hêzên me yên gerîla çalakiyek lidar xistin û li vir 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC, Girê Şehîd Afasd û Dola Şehîd Rahîme bi obus û hawanan bombe kir."