Li Herêmên Parastinê ya Medya bi wesîleya pêngava salvegera 15’ê Tebaxê merasîmek pêk hat. Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Sozdar Avesta axivî û wiha got: “ Çalakiyen Şemzînan û Şitazin çalakiyê rêça 15’ê Tebaxê ne.
Bi dehan gerîla tevlî merasîmê bûn. Sozdar Avesta di merasîmê de axivî û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.
Avesta wiha berdewam kir: “Pêvgava 15’ê Tebaxê li dijî komkujî, polîtîkayên înkar û îmhayê hate pêkanîn. Biryar, cesaret û rêxistibûna gelê kurd afirandiye. Em rojên şoreşê niha dijîn. Gelê me yê Suriyeyê îro şoreşa xwe li ser hîmê wan rojan mayînde dike.”
Aveta Fermanndarê HPG’ê Engîn Sîncer ku di 15’ê Tebaxa 2003’an de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û li ser çalakiyên Ştazîn, Qeyserî û Şemzînanê rawestiya.
Avesta wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro gerîlayên me ev nêzî mehekê ye bi rihê 15’ê Tebaxê têdikoşe. Çalakiyên Ştazin, Şemzînan û Qeyseriyê di rêça 15’ê Tebaxê de pêk tê. Gelê kurd û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê azad bibin. 29’emîn sala 15’ê Tebaxê dê bibe sala azadiyê.” Merasîm bi bernameya ku gerîlayan amade kiribû berdwam kir û li ber muzîkê govend gerandin.