Gerîlaya HPG’ê Bîlmez bi dirûşma ‘’Şehîd Namirin’’ ber bi rêwitiya bêdawî ve hate verêkirin

Gerîlaya HPG’ê Arzû Bîlmez (Zîlan Cûdî) bi dirûşma ‘’Şehîd Namirin’’ hate veşartin.

Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Arzû Bîlmez ku di şerekî Şemzînana Colemergê de jiyana xwe ji dest dabû, ji hêla malbata wê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Meletî hate girtin, derengiya şevê anîn Morga Akkopru ya Tûşba ya Wanê.

Cenaze li ser milên jinan bi tilîlî û dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ birin goristana Taxa Karşiyakayê û li wir gerîlaya HPG’ê ber bi rêwitiya bêdawî ve hate birêkirin.

Wekîla HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe got, ‘’Ji berxwedanê pê ve rêyeke me ya din nîn e û em li ber xwe didin. Ew çi jî bikin em ê li ber xwe bidin.’’

Birayê Bîlmez Alî Îhsan Bîlmez jî got, ‘’Bila serê gelê Kurd sax be. Hêviya me ew e ku Zîlan şehîda dawî be.’’

Ji bo Bîlmez li taxa Stasyonê, li mala serxweşîdayinê kon hate danîn.