Gerîla û hêzên pêşmergeyan li eniya Kerkûkê êrîşa DAIŞ'ê têk birin
Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev saet di 00:00 de hewl dan êrîşî çeperên gerîlayên HPG-YJA Star û hêzên pêşmergeyan ên li başûrê Kerkûkê bikin. Hêzên Kurd bi vê êrîşê hesiyan û êrîş şikandin.
ANF
KERKÛK
çarşem, 8 pûşperê 2016, 11:34
Çeteyên DAIŞ’ê duh bi şevê saet di 00:00 de xwestin êrîşî çeperên gerîla û pêşmergeyan li gundê Germok ê başûrê Kerkûkê bikin. Hêzên Kurd ên bi vê tevgera çeteyan hesiyan, bersiv dan.
Di encama bersivdayîna gerîlayan de, şer derket. Şer heta serê sibê saet derdora 05:00 dewam kir û çeteyan derbên mezin xwarin.
Çeteyan bi çekên giran êrîş kirin, lê belê êrîşên wan rastî bersiv gerîla û pêşmergeyan hat.
Piştî şerê heta serê sibê, balafirên Koalîsyonê derdora seat 06:00’an de çeperên çeteyan bombebaran kirin. Tevgera balafiran di van seatan de jî berdewam dike.
Der barê encamên şer de heta niha ti agahî nehatine bidestxistin. Lê belê tê gotin ku çeteyan darbeyek mezin xwarine.