Gêrîla Rizgar ji aliyê hezaran kesî ve hate spartin

Gêrîla Rizgar ji aliyê hezaran kesî ve hate spartin

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Ramazan Ceylan (Rizgar Cinezûr) yê ku di peçvûna li sêgoşeya Amed, Mûş û Çewlîkê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Lîca Amedê bi tevlîbûna hezaran kesan hate definkirin.

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Ramazan Ceylan (Rizgar Cinezûr) yê ku di 13'ê gulanê de di pevçûna li sêgoşeya Amed, Mûş û Çewlîkê de jiyana xwe ji dest da hate definkirin. Piştî malbatê cenaze ji Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletî wergirt ber bi Lîceyê ve derxist rê. Cenazeyê gêrîla Rizgar li ketina Amed û Erxaniyê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Karwana cenaze şevê din gihişte navçeya Lîceyê. Di ketina Lîceyê de karwana cenaze bi girseyî hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê, cenaze birin Mizgefta Mumîn Aga û wecîbeyên olî bi cih anîn. Piştî re darbesta gêrîla Rizgar bi meşê birin Goristana Kaniya Sipî.

Di meşê de sloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Tolhildan" hatin berzkirin û alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Cenazeyê anîn goristanê derengî şevê hate definkirin. Şîna gêrîla Rizgar li Mizgefta Mumîn Aga dê bê kirin.