Gerîla rêyên veguhestinê yên artêşa Tirk dibirin

Gerîla rêyên veguhestinê yên artêşa Tirk dibirin

HPG’ê ragihand ku gerîlayan rêya di navbera navçeya Gevera Colemêrgê û herêma Şitazinê de ya ji nû ve ji aliyê leşkeran ve hatibû avakirin, rûxandine û got; “Artêşa dagirker a tirk ku nekarî ji bejahî biçe Şitazin - Oramarê di 12'ê Tebaxê de (îro) di saet 09.00'an de helîkopterên skorsky û kobrayên dixwestin erzaq û alavên leşkerî veguhezînin vê herêmê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de dijmin naçar maye paş de vekişe.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li Colemêrg û deverên din ên Bakûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da û hat diyarkirin agahiyên berfireh ên der barê pevçûnên li navçeya Gevera Colemêrgê de da.

LI DIJÎ FERAMNDARIYA BIRYARGEHA GEVERÊ ÇALAKÎ

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di 10'ê Tebaxê de di saet 21.30'an de li navçeya Gevera Colemergê lidijî Biryargeha Fermandariya Tumenê ji aliyê gerîlaya ve çalakiyek hatiye lidarxistin û got; “Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

AJOKAREK HAT BINÇAVKIRIN

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 11'ê Tebaxê de di saet 15.00'an de li ser riya Gever - Oramarê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di vê kontorlê de tirek ji qereqola Şitazinê re erzaq û alavên leşkerî bar dikir ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin. Ajokar Abdulbasit Aydin jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê destnîşan kir ku di 11'ê Tebaxê de ji saet 17.00'an heta 12'ê Tebaxê saet 03.00'an li dijî Çiyayê Çarçelayê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin û wiha berdewam kir; “Di 12'ê Tebaxê di saet 06.00'an de jî li dijî Girê Remo û Deriyê Derya yê Çarçelayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan ên li Şitazin-Oremarê de jî ev agahî da; “Pira Xaşkan a di navbera Gever - Şitazinê beriyê niha ji aliyê gerîlayên me ve hatibû rûxandin ji aliyê artêşa dagirker a tirk careke din hatibû avakirin. Di 11'ê Tebaxê de di saet 00.00'an de ji aliyê gerîlayên me ve ev pir careke din hate rûxandin.

Artêşa dagirker a tirk ku nekarî ji bejahî biçe Şitazin - Oramarê di 12'ê Tebaxê de (îro) di saet 09.00'an de helîkopterên skorsky û kobrayên dixwestin erzaq û alavên leşkerî veguhezînin vê herêmê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de dijmin naçar maye paş de vekişe.”

LI SILOPIYÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di encama çalakiya gerîlayan a di 10’ê tebaxê de li navçeya Sîlopî ya Şirnexê hat lidarxistin de herî kêm 3 leşker hatin kuştin. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê vê çalakiya gerîlayan de ev agahî da:

“Di 10'ê Tebaxê de di saet 15.00'an de li navçeya Sîlopiya Şirnexê li dijî Qereqola Kelîka Sînor ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmên Sinaht, Gumruk, Bezenîk û Dêreşîşê bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama vê bombebaranê de gundiyên herêmê naçar mane ji herêmê dûr bikevin, herweha şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.”

LI AMEDÊ ÇALAKÎ

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 5'ê Tebaxê de li navenda Amedê li Batikentê li dijî Fermandariya Kolorduya 7. ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 9'ê Tebaxê de li navçeya Yenîşehîr a Amedê li dijî polîsên tevgera taybet ên diçû qereqolê ji aliyê gerîlayan me ve çalakiyek hatiye lidarxistin û hat gotin; “Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

3 MEKÎNEYÊN KAR HATIN ŞEWITANDIN

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 11'ê Tebaxê de di saet 19.30'an de li li navçeya Dortyola Hatayê li dijî şantiyeyeke li Bajaroka Payasê ya Febrîqeya Demîr-Çelîk a îskenderûnê ji aiyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 wesayitê kar ji aliyê gerîlayen me ve bi şewatê hatiye rûxandin.”

LI AMEDÊ ÇALAKIYA RÊBIRÎNÊ, KESEK HAT DARIZANDIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan a rêbirînê ya şevê din li ser rêya navçeya Dara Hênê ya Çewlikê û Amedê pêk hat de jî agahî da û got; “ Di 11'ê Tebaxê de di navbera saet 17.30-20.00'an de li ser riya navçeya Pîranê û Qereqola Şingirika Amedê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke rêbirîne hatiye lidarxistin. Di wesayitên hatiye rawestîn de nasname hatiye kontrolkirin, gel jî di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Di dema kontrolê de keseke bi dijmin re hevkariyê dike li pêşiya gel dadgehek hatiye damezrandin û hatiye darizandin. Piştî dadgehê li ser daxwaza gel bi şertê careke din bi dijmin re nexebite ev kes serbest hatiye berdan.”