Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Omer Tansu (Qehreman Hakkarî) yê ku di 7'ê tebaxê di encama pêvçûna li Navçeya Elkê pêkhat, jiyana xwe dest da ji Saziya Edlî Tip ya Meletiyê hate girtin û li Wanê ji aliye bi hezaran kesan ve hate veşartin. Birayê gêrîla Qehreman Mustafa Tansu di merasîma cenazeyê de axivî û wiha got: "Bila bê zanîn ku yek Qehreman diçe hezar Qehreman tên cihê wî."
Cenazeyê gêrîla Omer Tansu yê (Kahraman Hakkarî) yê ku di 7'ê tebaxê de di encama pêvçûna li navçeya Elkê ya Şirnexê jiyana xwe dest dabû, ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate girtin û şeva din anîbûn Tetwanê, vê sibê li Tesîsên Hîtîtlerê ya li navçeya Artemêtan ya Wanê ji aliyê karwana ku ji sedan wesayîtan pêk dihat, hate peşwazîkirin. Cenazeyê gêrîla Qehreman ku ji aliyê Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Wanê Mîhrîban Şah, Wekîlê Şaredariya Wanê Sabrî Abî, Seroka Meclîsa Wanê ya Giştî Semîra Varli, revêberên rêxistinên BDP'ê yên navend û navçeyan, endamên MEYA-DER'ê û welatiyan ve hate peşwazî kirin, birin Mizgefta Baglarbaşî ya li taxa Yenî Mahalle.
Di merasîmê de dirûşemeyên wekî "Bijî Serok Apo", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "Şehîd namirin" û "Qatîl AKP" hate berzkirin de wêneyên Reberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û wêneyên gêrîla Qehreman, alên PKK'ê hatin vekirin. Piştî wecîbeyên olî pêk hatin, girse darbesta gêrîla Qehreman ya bi al hatibû xemilandin, girt ser milan û heta goristanê meşiyan.
'DIVÊ GEL BI TOPYEKÛN BER BI ÇARESERIYÊ VE BIMEŞE'
Piştî cenaze li goristan bi dirûşmeyan hate veşartin, girse ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê jiyana xwe ji dest daye deqîqeyek rêz girt. Piştî xwendina dûayan Serokê Şaxa MEYA-DER'a Wanê Natik Polat axivî. Polat diyar kir ku, divê gelê Kurd xwedî li nirxên xwe derkeve û wiha axivî: "Dê kesên ku ji bo azadiya gelê xwe canên xwe dane neyê ji bîr kirin."
Piştî Polat Hevseroka BDP'ê ya Wanê Mîhrîban Şah da zanîn ku, her roj ciwanek jiyana xwe ji dest dide û diyar kir ku dê gelê kurd li ser vê erdnîgariyê her tim têkoşînê bide. Şah destnîşan kir ku, pirsgirêka Kurd ne, pirsgirêka tirk heye û wiha got: "Tirkitî li ser vê erdnîgariyê wekê pençeşêrekê belav bûye. Bi ziman, ol, nîjad bûye pençeşêr. Ji bo wan birayê Kurd heye, lê gelê Kurd tune ye."
'QEHREMANEK DIÇE, HEZAR QEHREMAN TÊN"
Birayê gêrîla Qehreman Mûstafa Tansû jî diya kir ku, têkoşîna wan naqede û wiha lê zêde kir: "Bila baş bê zanîn ku Qehremanek diçe, hezar Qehreman tên. Heta ku em doza xwe ya mafdar bimeşînin dê Qehremanên me neqedin."
Girse piştî axaftinan heta ber mala malbata gêrîla Qehreman yê ku li taxa Alî Paşayê meşiyan û çûn serdana konê şînê.