Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Ayetullah Kandemîr (Mazlûm Amed) yê ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest li gundê lêhat dinê hate definkirin.
Cenazeyê gêrîla Eyetullah Kandemîr (Mazlûm Amed) yê ku di pevçûna li navçeya Çelê ya Colemêrgê de bi 2 hevalên xwe jiyana xwe ji desta ji morga Saziya Tiba Edlî hate wergertin. Cenazeyê gêrîla Mazlûm li navçeya Gimgimê ya Mûşê û navçeya Gogsiyê ya Erziromê bi girseyî hate pêşwazîkirin û pişt re birin gundê Elîkuleka yê. Cenaze li gund ji aliyê sedan kesan ve bi sloganên "Be Serok jiyan nabe", "PKK gele gel li vire", "Ey şehîd xwîna te li erde namine" û " Bijî Serok Apo" hate pêşwazîkirin. Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Erziromê Riza Guler, rêveberên BDP'ê yên navçeyên derdorê, şaredarên Kop û Milazgirê û sedan welatî tevlî merasîma cezane bûn.
'TÊKOŞÎNA AZADIYÊ DÊ BERDEWAM BIKE'
Cenazeyê gêrîla Mazlûm piştî wecîbeyên olî li mizgefta gund nimêja wî hate kirin û pişt re jî darbesta wî hate hilgirtin û birin goristana gund. Cenazeyê gêrîla Mazlûm bi duayan hate definkirin û rêzgirtin hate girtin. Pişt re Serokê Rêxistina BDP'ê ya Erziromê Riza Guler diyar kir ku heta gelê Kurd azadiya xwe bi dest dixe dê têkoşîna azadiyê berdewam bike.
Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk jî wiha got: "Bi salane zimanê, nasname û çanda kurdan qedexe ye. Ji bo vê yekê gelek kesan canê xwe fida kir. Divê em hemû xwedî li têkoşîna wan a bi rûmet der bikevin û ev yekê peywira me hemûyan e. Rêhevalê me 17 salibû û ji bo azadiya Kurdistanê xwe fida kir."
Piştî axaftinan girse derbasî konê sersaxiyê bû û sersaxî li malbatê dan.