Gerîla li Şirnexê û Mêrdînê çalakî li dar xist

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên hêzên gerîla yên li Mêrdîn û Şirnexê agahî parve kirin.

Li gor daxuyaniyê, li Şirnexê 3 leşker hatin kuştin, li Mêrdînê helîkoptera Skorsky hat derbekirin.

HPG’ê têkîldarî êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî agahiyên berfireh parve kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku ji 29’ê Sibatê heta 1’ê Adarê li ser herêmên parastinê êrîşên hewayî dewam kirin, bi bîr xist ku Tirbeya Şêx Îslam a li gundê Dereşê ya girêdayî navçeya Amediyê hatiye bomberdûmankirin.

LI ŞIRNEX Û MÊRDÎNÊ ÇALAKÎ

Di dewama daxuyaniyê de têkîldarî çalakiyên gerîla yên li Şirnex û Mêrdînê ev agahî hatin parvekirin:

“29’ê Sibatê saet 13.30’an hêzên gerîlayên me li ser rêya di navbera gundên Selekûnê û Xerabê yên girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê, li hember leşkerên di nav tevgera operasyonê de bûn çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de 3 leşker mirin û gelek leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi wesayîtên zirxî ji qadê rakir.

28’ê Sibatê saet 10.00’an hêzên gerîlayên me li nêzî gundê Xelîla yê girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê li hember helîkopterek Skorsky a ji qadê derbas dibû, çalakî li dar xistin û helîkopterê bi derbexwarinê ve vekişiya.

LI HEMBER QADÊN GERÎLA ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Di daxuyaniya HPG’ê de têkîldarî êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ev detay hatin parvekirin:

“29’ê Sibatê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, saet 15.30-16.00’an qada Şkefta YAJK a girêdayî herêma Metîna, saet 16.00-16.30’an gundê Saca yê girêdayî herêma Zapê, saet 16.30-17.00’an mintiqa Desta Kafya ya girêdayî herêma Garê,saet 20.00-21.00’an Tirbeya Şêx Îslam a li gundê Dereşê yê girêdayî navçeya Amediye ya bajarê Duhokê û derdora gundê Sêgirê, saet di navbera 21.30 û 1’ê Adarê (îro) 03.00ân mintiqa Kanîreş û girê Sîro ya girêdayî herêma Xakûrkê bi awayekî dijwar bombe kirine.

29’ê Sibatê saet 09.00-18.00’an li ser herêma Qendîlê, 29’ê Sibatê û 1’ê Adarê saet 18.00-06.00’an li ser herêma Heftanînê, saet 19.30-06.00’an li ser herêma Avaşînê, saet 13.00-09.00’an li ser herêma Garê, saet 12.00-06.00’an li ser herêma Zapê, saet 21.00-03.00’an li ser herêma Xakûrkê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan.

29’ê Sibatê saet 12.00-17.00’an li ser qada Gundê Gilleha yê Zapê, saet 12.00-13.00 û 19.00-00.00’an li ser herêma Heftanînê, saet di navbera 19.30 û 1’ê Adarê 06.00’an de li ser herêma Avaşînê tevgera balafirên şer çêbûn.

29’ê Sibatê saet 18.00-20.00’an qerqola Bîlîcan a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê; girê Şehîd Newal a girêdayî herêma Zapê, saet 18.30-19.00’an qereqola Erîş; girê Xeregol bi obus, hewan û tankan bombe kir.

29’ê Sibatê saet 13.00-14.00’an helîkopterên Kobra li qada Herekol a Sêrtê dan.”