BI DÎMEN

Gerîla kamera keşfê ya artêşa Tirk dît

Leşkerên Tirk ên li Licê derketin operasyonê, li herêmên gerîla kamera keşfê bi cih kirin. Ev kamera ji aliyê gerîlayan ve hat dîtin.

Artêşa Tirk a derbên giran ji gerîlayên HPG/YJA Starê dixe û nikare xwe bilivîne, xwe dispêre teknîkê.

Gerîlayên HPG/YJA Starê, li bejahiya navçeya Amed Licê kamerayeke keşfê ya bi tîpa Acorn (Palamut) (Ltl Acorn LTL-5310MG Wide Angle MMS/GPRS Trail Camera with external antenna) dîtin, ku ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibû bicihkirin.

Leşkerên Tirk, di dema operasyonên xwe de, li cihn gerîla lê tevdigerin, yan jî jê derbas dibin, kamerayan bi cih dikin.

Ji bo balê nekişînin jî ev kamera bi şekil û rengê keviran tê amadekirin. Ev kamera hem dikare dîmen bikişîne hem jî wêneyan. Ev kameraya keşfê li Amerîkayê tê çêkirin.

Her wiha bi saya qerta SÎM'ê ya li ser, wêne û dîmenê kişandiye, dikare di cih de bişîne ji telefonekê yan jî adreseke maîlê re.

Ev kamera di heman demê de dikare ji dûr ve jî bê kontrolkirin. Wekî din, dikare bi kalîteyeke xurt wêne û dîmenan bikişîne. Bateyayên (pîl) wê jî bi qasî 6 mehan îdare dike.

...