Gerîla Jiyanda bi dirûşiman spartin axê

Gerîla Jiyanda bi dirûşiman spartin axê

Cenazeyê gerîlaya Aklîme Sezer (Jiyanda) a di 24'yê Adarê de bi 14 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da û ji ber nasnameya wan şaş hatibû tesbîtkirin li Wanê hat spartibûn axê, ji aliyê malbata wê ve hat wergirtin û li Tetwanê bi dirûşimên "Şehîd Namirin" spartin axê.

Cenazeya gerîla Aklîme Sezer (Jiyanda) a di 24'yê Adarê de bi 14 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da û ji ber nasnameya wan şaş hatibû tesbîtkirin li Wanê hat veşartin ji aliyê malbata wê ve hat girtin û li Tedwanê li ber dirûşmeyên "Şehîd Namirin" spartin axê. Malbat û koma qelebalix a cenaze ji Wanê girtin û ber bi Tetwanê ve bi rê ketin.

Karwanê cenaze di ketina Tedwanê de ji aliyê rêxistina BDP'a Bêdlis û rêvebirên BDP'ê ve hatin pêşwazîkirin. Bi sedan kesên ku tevlî merasimê bûn darbesta Sezer hilgirtin û bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" hate goristana Karşiyakaya Tedwanê meşiyan.

Serokê BDP'a Bêdlisê Orhan Bezîrganoglu di merasimê de axivî û got; "Ji bo li vî welatî xwîna dirije rawest e divê mûzakere bên destpêkirin.

Dayîka gerîla Jiyanda, Fatma Sezer jî bang li Serokwezîr kir û wiha axivî: "Êdî dev ji xwînrijandina zarokên gelê kurd berde. Ez bi keça xwe Aklîmeya ku ji bo rûmeta gelê kurd derketiye serê çiyayan serbilind im. Keça min şehîda azadiyê ye."