Gêrîla Jêhat ji aliyê hezaran kesan ve hate rêwîkirin

Gêrîla Jêhat ji aliyê hezaran kesan ve hate rêwîkirin

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Erhan Serhat (Jehat Agirî) li gundê Gencalî yê navçeya Panosa Agiriyê ji aliyê hezaran kesan ve bi sloganan hate oxurkirin. Di merasîmê de dayîka Serhat Cedîde Serhat axivî û wiha got: "Di serî de serê Rêberê Gelê Kurdî Abdullah Ocalan û gerîla sax be. Min 6 kurên xwe dan vê têkoşînê û dê hêj jî bidimê. Ez bi zarokên xwe serbilind im. Ji ber ku zarokên min têkoşîna azadiya kurd didin."

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Erhan Serhat (Jehat Agirî) yê ku di operasyona li bejahiya navçeya Gimgimê ya Mûşê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve şevê din ji Saziya Tipa Edlî ya Meletî hate girtin û di demjimêrên êvarê de anîn gundê Gençalî yê navçeya Panosê ya Agiriyê. Cenazeyê gêrîla Jêhat li derketina Milazgirî ji aliyê Parlementerê BDP'ê Halîl Ozturk, endamên Meclîsa BDP'ê Yusuf Kaya û Murat Ozturk, Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Mustafa Ozer, şaredarên BDP'ê yên herêmê, rêveberên BDP'ê û gelek kesan ve hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê konvoya cenaze hate gundê Gencalî. Piştî vecîbeyên olî darbesta Jêhat li ser milan birin goristanê.

'LI SER NAVÊ ÎSLAMIYETÊ HER ROJ LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ CIWANÊN KURD TÊN KUŞTIN'

Bi hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn û di merasîma cenaze de sloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hatin berzkirin. Piştî definkirina cenaze rêzgirtin pêk hat. Pişt re Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy, axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna kurd ji bo zimanê xwe didin. Aksoy, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bêsemîmiye û wiha got: "Di mijara kurd de her tim behsa pêşîlêvekirinan dikin lê her roj cenazeyên ciwanên kurd tên."

Pişt re birayê gêrîla Jêhat Ekrem Serhet axivî got: "Ev şeva heneyê ya birayê mine" xwast ku tu kes negirî û wiha got: "Serokwezîr behsa mislimantiyê dike lê her roj di bin navê îslamiyetê de çiyayên Kurdisatanê xwîna ciwanên kurd tên rêjinandin. Gelo ev em îslamiyet? Divê welatiyên me ji vê yekê dersê bigirin. Li hemû çiyayên Kurdistanê xwîna ciwanên kurd heye."

'ZAROKÊN MIN JI BO GELÊ KURD TÊDIKOŞIN'

Pişt re dayîka Serhat Cedîd Serhat axivî û wiha got: "Di serî de serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gêrîla sax be. Min ji vê têkoşînê re 6 kurên xwe dan û dê hêj bidim. Niha 4 zarokên min di girtîgehê de ne. Zarokeke min hêj di nav refên PKK'ê de ye. Ez bi zarokên xwe serbilind im. Ji ber ku zarokên min têkoşîna gelê Kurd ya azadiyê didin."

Pişt re girseyê konê sînê yên li ber mala Serhat hate avakirin ziyaret kir.