Gêrîla Hejar li gundê lê dayîkbûyî hate veşartin

Gêrîla Hejar li gundê lê dayîkbûyî hate veşartin

Cenazeyê gêrîla Adnan Tekîn (Hejar Zagros) yê ku di peçvûna li Gumuşhaneyê de jiyana xwe ji dest da li gundê lê hate dînê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Adnan Tekîn (Hejar Zagros) yê ku di pevçûna li Gumuşhaneyê jiyana xwe ji dest da ji Saziya Tipa Edlî ya Trabzonê hate wergirtin. Cenazeyê gêrîla Hejar li ber Otela Oslo ya Geverê bi girseyî hate pêşwazîkirin û pişt re ji bo wecîbeyên olî birin Mizgefta Navendî ya taxa Kişlayê. Dema ku cenaze anîn tax li ser rê û avahiyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gêrîlayan, alên PKK û Konferderalîzmê hatin vekirin. Hemû welatiyên li tax di avahiyên xwe de pateyên reş daliqandin. Piştî vecîbeyên olî cenazeyê gêrîla Hejar ji aliyê Dayîka wî Gulê Tekîn ve hate vekirin. Pişt re cenazeyê Tekîn hate hilgirtin heya ser riya Şemzînan bi girseyî bi meşê li ser milan birin.

Pişt re cenazeyê Tekîn bi konvoyeke qelebalik ber bi gundê Meşgan ve derxistin rê. Dema ku konvoya cenaze derbas bû hemû welatiyan cenaze bi tîlîlî û çepikan pêşwazî kirin. Parlementerên BDP'ê Esat Canan û Halîl Aksoy û rêveberên BDP'ê tevlî konvoyê bûn. Konvoya cenaze di ketina gund de ji aliyê sedan ciwanan ve hate pêşwazîkirin. Pişt re cenazeyê Tekîn ji wesayît hate girtin û bi meşê birin Goristana Şehîtlikê û bi sloganên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hate definkirin û sruda "Çarxa Şoreşê" hate xwendin.

Canan: Riya şehîdan riya me ye

Parlementerê BDP'ê Esat Canan, diyar kir ku gelê kurd ji bo azadiyê gelek bedelên mezin dan û wiha got: "Gelê Meşganê careke din şehîdekî xwe defin kir. Lê bila hemû kes baş bizane riya şehîdan riya me ye." Canan bang li malbatê jî kir û wiha axivî: "Kurê we di têkoşîneke gelek mezin de canê xwe da. 30 sale gelê kurd ji bo şer xelas bibe têkoşînê didin lê pergalê bersiveke erênî neda. Hêj li hemberî helê kurd şer berdewam dike."

Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy jî diyar kir ku gelê kurd ji bo azadiyê gelek bedelên mezin dan. Aksoy, anî ziman ku li hemberî polîtîkayên înkarê her tim gelê kurd li ber xwe da û wiha got: "Lê azadiya gelê kurd bi azadiya Birêz Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Heta Birêz Ocalan azad nebe gelê Kurd azad nabe."

Birayê gêrîla Hejar Samet Tekîn jî axivî û wiha got: "Ev şehîd tenê şehîdê me nîne şehîdê hemû kurdane. Em bi şehîdê xwe serbilindin. Bila Erdogan baş bizane em dest ji serokatî û şehîdên xwe bernadin. Em li hemberî polîtîkayên şer yên AKP'ê serî natewînin. Em dê bi hêztir têbikoşin."

Piştî merasîma cenaze girseyê konsê şînê yê li gund ziyaret kir û ji gund veqetiyan. Ciwanên piştî merasîma cenaze li navenda navçeyê meş li dar xistin rastî mudaxeleya polîsan hatin û bûyeran destpê kir. Li navçeyê hêj bûyer didomin.