Gêrîla Hejar bi slogana hate sipartin

Gêrîla Hejar bi slogana hate sipartin

Cenazayê gêrîlayê HPG'ê Nureddîn Çakir (Hejar Başkale) yê ku li navçeya Golan ya Erdexanê jiyana xwe ji dest da, li taxa Karşiyakayê ya Wanê, bi dirûşmeya “Şehîd namirin” hate definkirin.

Cenazayê gêrîlayê HPG'ê Nurettîn Çakir (Hejar Başkale) yê ku di 24'ê Tirmehê de li herêma Tîlkîdere ya navçeya Golanê ya Erdexanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû bi girseyî hate definkirin. Malabata gêrîla Hejar ji bo cenaze werbigire çûbû Trabzonê. Piştî duh malbatê cenaze wergirt, di demjimêrên şevê de cenaze anîn Wanê.

Cenazê ku heta serê sibê li Mizgefta Seyrantepe ya taxa Karşiyakayê ma û îro li mizgeftê wecîbeyên olî bi cih anîn. Cenaze bi karwana wesayîta anîn heta qada Bêşyola Karşiyakayê û piştî karwanê cenazeyê gêrîla Hejar li ser milan heta Goristana Karşiyakayê bi meşê birin. Di nav meşê de Rêveberên MEYA-DER’a Wanê, Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Seroka Rêxistina BDP’a Wanê Mîhrîban Şah, Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, rêveberên BDP’ê yên bajêr û navçeyan, Însiyatîfa Dayîkên Aşîtiyê û bi sedan kes cihê xwe girtin.

Di meşê de posterên Çakir hatin hilgirtin. Girseyê bê navber sloganên “Şehîc namirin”, “Bijî Serok Apo”, “PKK tolhildan” û “Erdogan kerdogan tu bi qurbana Ocalan” berz kirin.

‘EZ JÎ PKK’YÎ ME’

Girsê heta ser goristanê darbesta gêrîla Hejar danî ser milê xwe û meşiya. Di dema definkrina cenaze de dayîkek ku fîsatnê herêmî li xwe kiribû ala PKK xistibû derstê xwe. Dema di hewşa goristanê de ber bi girseyê ve hat hemû welatiyan bi deqîqeyan li çepikan da. Dayîkê bersivek wiha da girseyê “Ez jî rêveberim. Dayîka şehîda me. Ez jî PKK’yî me” dîsa girseyê jê re li çepikan da. Her wiha di definkirina cenaze de xweşk û malbata Çakir bi hestewar tevgeriyan û di giriyan. Piştî definkrinê ji bo kesê di têkoşîana şoreş û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin û girseyê bi yek dengekî slogana “Şehîd namirin” berz kir.

‘JIYANA WAN RIYA GELÊ KURD RONÎ DIKE’

Axaftina pêşî Serokê Şaxa MEYA-DER’ê Natîk Polat kir. Polat diyar kir ku, 35 sale li Kurdisatanê ciwan jiyana xwe ji dest didin û got yek ji van jî Nurettîn Çakire. Polat anî ziman ku, dê ev cangorî riya gelê Kurd ronî bikin û dê gelê Kurd di riya jiyana wan de be. Polat ji bo hemû gelê Elbak, Wan û Kurdîsatnê sersaxî xwest.

UÇER: SERÊ BIRÊZ OCALAN SAX BE

Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer jî diyar kir ku, ew di nav xemgîniyek mezin daye ew şehîdekî din yê azadiyê didin axa sar. Uçer bi bîr xist ku, duh li Wanê di encama operasyona polîsan de û bi înfaza wan şehidek azadiyê din jî jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Her roj ev ciwan ji bo gelê Kurdistanê xwe dikin cangorî. Lazime gel jî layîqî van şehîdan be. Pêwîste em li van şehîdan û rumetê wan xwedî derkevin. Em sersaxî ji bo hemû gelê Kurdistanê, rêhevalê Çakir, girtiyên zîndana û Birêz Ocalan dixwazin."

‘SERÊ KURD Û KURDISTANÊ SAX BE’

Dayîka gêrîla Hejar Safiye Çakir jî bi dil xemgîniyek û bi dil peritî axaftinek kurt kir. Dayîka gêrîla Hejar wiha got: “Serê Serok sax be. Serê gelê çiya sax be. Serê şehîdan sax be. Şehîdê min tenê nîne yê hemû Kurdistanê ye. Serê gelê me li vir û hemû gelê din sax be. Serê kurd û Kurdistanê sax be.” Girseyê bi çepikan dayîkê silav kir.

XWIŞKÊN GÊRÎLA HEJAR KÊLIKA WÎ HEMBÊZ KIRIN

Piştî definkirinê ku gel ber bi konê sersaxiyê ve çû xwişkên gêrîla Hejar jî li ser gora Hejar man û xwe avêtin ser gorê hembêz kirin. Xwişkên gêrîla Hejar ku bi ser gorê vê lorandin û kêlika gorê maçî kirin. Xwişka got ku birayê me şehîdê Kûrdîstanê ye ni ser çavê wan re hatiye. Di dema lorandina xwişka gêrîla Hejar de hestewariya wan mirova jî bi xwe re hestewar dikir.

Konê sersaxiyê li taxa Karşiyakayê li ber mala malbata gêrîla Hejar hate vekirin û sersaxî li wir tên qebul kirin.