'Gerîla gerîla ye, geh li çiyê ye geh li bajêr e'
Li Rojava hêzên QSD'ê di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de gavên serketinê diavêje. Niha jî bala her kesî li ser dem û çawaniya xistina navendên DAIŞ'ê ye. Hem li Sûriye hem jî li Iraqê ev bendewarî heye.
Li Rojava hêzên QSD'ê di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de gavên serketinê diavêje. Niha jî bala her kesî li ser dem û çawaniya xistina navendên DAIŞ'ê ye. Hem li Sûriye hem jî li Iraqê ev bendewarî heye.
Li Rojava hêzên QSD'ê di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de gavên serketinê diavêje. Hêzên rejîma Sûriyeyê jî di vê demê de serketinên girîng bi dest xistin. Êdî bala her kesî li ser dem û çawaniya xistina navendên DAIŞ'ê ye. Li Iraqê jî heman bendewarî heye. Di van rojên ku nîqaş li ser operasyona Mûsilê tê kirin de, em diçin herêma şerê giran e. Li herêma di navbera Kerkûk û Mûsilê de em dixwazin rewşa hêzên Kurd, rewşa gerîla ji we re ragihînin. Ji ber ku di operasyoneke gengaz a du xet hene hêzên di operasyonê de bi pêş de biçin: Mexmûr û Kerkû...
Em ber bi başûrê Kerkûkê ve diçin. Rawestgeha me ya destpêkê herêma Keywan e, ku li kêleka navenda bajarê Kerkûkê ye.
Cihê gerîlayên HPG'ê yên herî nêzî navenda bajarê Kerkûkê, biryargeha leşkerî ya Keywan e. Baregeheke leşkerî ya ji serdema Saddam Huseyîn maye. Ji salonên konferansê heta xwaringehan, ji qadên spor-perwerdeyê heta çeperên beton ên li binê erdê, biryargeheke li qadeke berfireh hatiye çêkirin e. Kampa leşkerî ya Keywan ji bo çeperên pêş, rola xwe ya teqwiye heye. Li aliylê din di êrîşeke gengaz a li hemberî navenda Kerkûkê de dibe çepera destpêkê. Lewma gelekî girîng e. Wekî din, ewlekariya santrala elektrîkê û depoyên avê yên Kerkûkê ji aliyê yekîneyên li vir ve tê kirin.
Gerîla me li ber derî pêşwazî dikin. Piştî silavdayîn û sohbeteke kurt, ji me re dibêjin ku wesayîta em pê herin amade ye û kengî bixwazin dikarin biçin. Em demekê li cem gerîla dimînin û sohbetê dikin. Rojeva sereke ya gerîlayan, şerê li hemberî DAIŞ'ê û rewşa li Bakurê Kurdistanê ye.
GERÎLA GERÎLA YE GEH LI ÇIYÊ YE GEH LI BAJÊR E
Aliyekî balkêş ê gerîla heye. Yê li çiyê û yê li bajêr xwedî heman ruhî ne. Hestên wan, rojeva wan a sereke weke hev e. Diyalogek li nava yekîneyeke gerîla ya li Qendîlê tê kirin, mirov li Kerkûkê yan jî li Mexmûrê jî heman diyalogê dibînin. Heman mesaja şervanên YPG û YPS'ê yên di çapemeniyê de hatin weşandin, mirov ji gerîlayên li Qendîlê, ji gerîlayên li Kerkûkê jî dibihîzin. Heman hestê dijîn, heman tiştî hîs dikin û ji heman çarçoveyê li rewşê temaşe dikin. Ew bi xwe vê yekê weke "hevgirtina hest û ruhî" pênase dikin.
DUH KOBANÊ ÎRO SILOPIYA, SÛR, CIZÎR
Lewma, dema heman gotinên li Qendîlê min timî dibihîst li Kerkûkê jî dibihîzim û matmayî namînim. Gerîlaya YJA Star a ji gelê Ereb Zîlan dibêje, "DAIŞ Erdogan e, Erdogan jî DAIŞ e. Yanî têkoşîna YPG-YPJ, têkoşîna me û têkoşîna YPS-YPS Jin li dijî heman dijminî tê dayîn." Gerîlayê HPG'ê Elîşêr jî balê dikişîne ser biharê û destnîşan dike, ku gerîla wê îsal li bakur û Tirkiyeyê serketinên mezin bi dest bixin.
Ji gerîlayên ciwan ê ji Kerkûkê Zana Kerkûkî jî banga mezinkirina gerîla dike. Gerîla Mesût Çarçira yê ji Rojhilatê Kurdistanê balê dikişîne ser berxwedana hevpar a çar parçeyên Kurdistanê.
Gerîlayên li Kerkûkê bi taybetî rewşa Kobanê destnîşan dikin û dibêjin, "Çawa ku Kurd hemû ji bo Kobanê seferber bûn, niha jî divê ji bo Bakur seferber bibin."
Di dema sohbeta bi gerîla re xusûseke din a bala min dikişîne, gerîlayên ji çar parçeyên Kurdistanê di çeperên li Kerkûkê de cih digirin. Bi giranî bi Kurdî (Soranî-Kurmancî) tê axaftin. Lê gelek gerîlayên li vir bi zimanên Farsî, Tirkî, Erebî, Îngilîzî û Elmanî jî dizanin.
HERÊMÊN WEXTEKÊ JI ALIYÊ DAIŞ'Ê VE HATIBÛN DAGIRKIRIN
Em ji yekîneya gerîla ya li Keywanê vediqetin. Û bi wesayîteke gerîla dikevin ser rê.
Berê me li başûr e, em ber bi aliyê Mûsil-Hewicê be diçin. Herêma piştî Keywanê êdî qada leşkerî ye. Ev herêm wextekê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû dagirkirin û di Sibata 2014'an de bi pêngava hêzên Kurd ên bi pêşengiya gerîla re hat azadkirin.
Rê neçê ye, wesayîta me hêdî diçe. Em jî bêhtir bi baldarî li derdorê dinêrin. Li vê deşta bê serî û dawî, cihokên avdanê yên ji dema Saddam mane hene. Van cihên avdanê zerar dîtine. Av êdî lê naherikin. Erdê çandiniyê vala ye. Piştî pênc deqeyan em digihêjin bendên kontrolê, kontroleke tund heye. Dema wesayît a gerîla be, yekser ji bendên kontrolê derbas dibe.
NE FÎLM E, RASTÎ YE
Dîmenê em dimînin mîna dîmenê fîlmekî ye. Bi dozeran derdora wê hatiye kolandin û ax hatiye komkirin. Li hemberî êrîşên gengaz ên bi wesayîtên bombebarkirî, li ser rê ji her çend metreyan bend hatine danîn. Gundên li derdorê hatine valakirin. Gelek gund jî ya ji ber bomberdûmana ji hewayê ya hêzên koalîsyonê, yan jî ji ber bombeyên DAIŞ'ê xera bûne. Şiba trenê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye teqandin, pir hatine xerakirin. Gund mîna xirbeyan e.
XETA PARASTINÊ YA ASTA DUYEMÎN: DÎWAR!
Di rêwîtiya saetekê de, em dîwarê beton ê bi kîlometreyan dirêj rast tên. Pêşmerge ji me re dibêjin ev dîwar 'xeta parastinê ya asta duyemîn' e.