Gerîla Dijwar bi girseyî spartin axê

Gerîla Dijwar bi girseyî spartin axê

Gerîlayê HGP'ê Hasan Algor (Dijwar Silopî) ku li navçeya Miksê ya Wanê jiyana xwe ji dest da, duh êvarê li navçeya Sîlopî ya Şirnexê bi girseyî û dirûşmeya "Şehît Namirin" spartin axê.

Gerîlayê HGP'ê Hasan Algor (Dijwar Silopi) ku di 6'ê Tîrmehê de li navçeya Miksê ya Wanê di operasyonê de jiyana xwe ji dest dabûn li Gora Bêkesan a Meletiyê hatibû definikrin. Malbatê piştî ji bo testa DNA xwîn da û hate teşhiskirin, cenazeyê kurê xwe wergirtin û îro anîn Navçeya Sîlopî ya Şirnexê. Malbatê bi karwana ji 10'an maşîne pêk dihat cenaze anin Sîlopiyê.

Di merasima cenaze de Serokê BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar, Parlenenterê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlîoglu, rêveberên BDP'ê yên Şirnexê şaredarnên BDP'î yên Şirnex û navçeyên wê, nûnerên MEYA-DER'ê, endamên înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, endamên meclîsa bajar amade bûn. Girseya beşdarî merasima cenaze bûn bê navber dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin.

Girseyê piştî cenaze li ser milê xwe anîn Mizgefta Kevserê û merasima olî pêk anîn, cenaze dîsa bi qasî 5 kîlometreyan danîn ser milê xwe û anîn Goristana Şehîtlîk a Başakê. Bi hezaran kesên beşdarî meşa merasima cenaze bûn bê navber dirûşmeyên "Şehît Namirin" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Ciwanan di meşê de alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakin. Dîsa posterê gerîla Algor rakirin. Girseyê piştî 5 kîlometre darbesta Algor danin ser milê xwe û heta goristanêhatin li vir cenaze spartin axê.

Girseyê piştî cenaze spar axê, ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz girtin û "Çerxa Şoreşê" xwendin. Di merasima cenaze de Serokê BDP'a Şirnexê Bakî Katar, anî ziman ku ew li hemberî têkoşîna wan bi hurmet bejna xwe ditewînin û tê dêkoşîna wan berdewam bikin.

'GELÊ KURD KOLETIYÊ QEBÛL NAKIN'

Parlementerê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlîoglu jî anî ziman ku gelê kurd di pêvajoy girîng re derbas dibe û wiha got: Li ser axa Kurdistanê şerekî dijwar tê meşandin. Êdî gelê kurd zincira koletiyê şikaniye û zilm û koletiyê qebûl nake. Gelê kurd ji bo jiyanek mirovane têdikoşe. Ji bo mafe xwe yê rewa têdikoşe. Gelê kurd bi têkoşîna 30 salan nirxên xwe bi dest xistine. Li çar perçeyên Kurdistanê xwin zarokên me tê rijandin. Brêz Ocalan ji bo aştiya gelan Xweseriya Demokratîk pêşkêş kir. Ji ber vê yekê divêher kes ji bo avakirina Xweseriya Demokratîk têbikoşe. "

Girseyê piştî merasima cenaze ber bi taxa Nuhê ve meşiyan û konê şînê ziyaret tirin. Komek ciwan jî ber bi navenda Navçeyê dest bi meşê kirin. Polîsan bi maşîneyên zirxi û TOMA'yan pêş ciwanan birî û bi bombeyên gazê mudaxaleyî meşa ciwanan kir. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî bersiv dan polîsan. Pevçûnê heta saetên dereng berdewam kir.