Gerîla Dîcle Avaşîn hate veşartin
Gerîlaya YJA Starê Dîcle Avaşîn ku 1’ê Tebaxê li Şemzînanê bi 4 hevrêyê xwe re jiyana xwe ji dest dabû, li Licê ya Amedê hate veşartin.
Gerîlaya YJA Starê Dîcle Avaşîn ku 1’ê Tebaxê li Şemzînanê bi 4 hevrêyê xwe re jiyana xwe ji dest dabû, li Licê ya Amedê hate veşartin.
Gerîlaya YJA Starê Azîze Onkol (Dîcle Avaşîn) ku 1’ê Tebaxê li gunikê Serero ya Şemzînan a Colemergê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, ji Saziya Tiba Edlî ya Meletî hate girtin û birin Amedê. Cinaze yê ku anîn Taxa Çemê Elîka ya Licê, piştî ku pêdiviyên dînî hatin bi cih anîn, li ser milên jinan, birin goristana mezrika Qelesî û li vir hate veşartin.
Li gel rêveberên MEYA-DER, HDP’ê, BDP’ê bi sedan kes tevlî merasîma cinaze bû. Di merasîmê de pirê caran dirûşêm wekî, ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Şehîd Namirin’’, ‘’PKK gel e gel li vir e’’ hatin berzkirin, piştre girseyê bi yek dengî sirûda ‘’Çerxa Şoreşê’’ xwend û deqeyek rêzgirtin kir.
Hevseroka MEYA-DER’ê ya Şûbeya Amedê Ayşe Dîcle got, Dîcle komkujiyên li ser gelê Kurd qebûl nekiriye û diyar kir, ew ê weke jinan ti caran dev ji têkoşînê bernedin.
Bavê Azîze Onkol, Hacî Ekrem Onkol diyar ikr, Dîcle şehîda Kurdistanê ye û ji cihê mayî ew ê têkoşîna wê bidomînin.
Piştî merasîma cinaze ji bo Onkol konê sersaxiyê hate danîn.