Gerîla Çem Suruç hate girtin

Gerîla Çem Suruç hate girtin

Gerîlayê HPG'ê Îsmet Karak ê di pevçûna 10'ê Tebaxê de bi saxî dîl hate girtin, piştî derxistin pêşberî dadgehê hate girtin.

Li qada Babişîn a navçeya Elbakê ya Wanê di 10'ê Tebaxê de pevçûn rû dabû. Di pevçûnê de gerîlayê HPG'ê Îsmet Karak bi saxî dîl hate girtin û Cîhan Yaşar jî birîndar bûbû. Yaşar rakirin Nexweşxaneya Herêmê ya Wanê. Îsmet Karak (Çem Suruç) jî piştî îfadeyê sewqî dozgeriyê hate kirin. Dozger jî bi daxwaza girtinê Karak sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê piştî piştî li îfadeya Karak guhdar kir bi îdiaya "Endamê Rêxistinê ye" biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê