Gerîla Brûks ji aliyê hezaran ve hat birêkirin

Gerîla Brûks ji aliyê hezaran ve hat birêkirin

Cenazeyê gerîlayê HGP'ê Hakan Ozbey (Birûsk Wan) ê ku li çoltara navçeya Pulurê ya Dêrsimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da li gundê Mele Hesen ê navçeya Qelqeliyê ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşima “Şehîd Namirin” hate rêwîkirin.

Malbata gerîlayê HPG'ê Hakan Ozbey (Birûsk Wan) ê ku di 22'yê gulanê de di pevçûna li çoltara navçeya Pulurê ya Dêrsimê bi 2 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, duh ji Meletîyê wergirtin û anîn Wanê.

Cenazeyê Ozbey (Birusk Van) li gundê Mele Hesen ye navçeya Qelqeliyê ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirina cenaze de endam û rêveberên BDP'ê, endamên înîsiyatifa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din jî amade bûn. Malbatê ku duh cenaze ji Meletiyê wergirtin û şevê din li navçeya Tetwanê dan rawestandin danê nîvro li gundê Mele Hesen ji aliyê hezaran kesan ve spartin axê.

Dema malbatê bi konvoyek mezin cenaze ji Tetwanê anîn Wanê li ser rê welatiyan bi dirûşme û çepikan piştgiriya xwe anîn ziman. Piştî li gundê Mele Hesen hate pêşwazîkirin, girsê dirûşmeyên "Şehîd namirin" darbestê danîn ser milê xwe û darbesta Ozbey bi ala kesk sor û zer pêçan. Girseyê piştî cenaze birin mizgefta gund û wecibeyên olî pêk anîn, bi meş cenaze birin goristana gund. Girsê di meşê de pankarta "Em operasyonen siyasî û leşkerî şermezar dikin, bila kuştin bi dawî bibin" vekirin. Girsê alên PKK û KCK'ê û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên HGP'ê yên jiyana xwe ji dest dane bilind kirin. Girsê di meşê de bê navber dirûşmeyên "Şehîd namirin", "PKK Tolhildan", "Bijî Serok Apo" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" berz kir. Girseyê bi qasî kîlometreyekê darbesta Ozbey danîn ser milê xwe û heta goristanê meşiyan.

‘BRÛSK ŞERVANÊ GELÊ XWE YE’

Girsê piştî cenazeyê Ozbeş spart axê, ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Serokê MEYA-DER'a Wanê Îbrahim Alkan, anî ziman ku Ozbey di 2003'an de tevlî refê PKK'ê bû ji bo azadiya gelê kurd têkoşin meşand. Alkan, da zanîn ku wî ji bo azadiya gelê xwe û li dijî polîtîkayên AKP'ê şer kir û ji ber vê yekê îro ji aliyê hezaran ve tê pêşwazîkirin û oxirkirin.

‘BI KURÊ XWE SERBILIND IM’

Bavê Ozbey Esman Ozbey, jî anî ziman ku kurê wî şehîdê hemû gelê kurd û Kurdistanê ye û bi kurê xwe serbilind e. Ozbey xwest êdî şer û xwîn raweste û aştî xwest.

Serokê BDP'a Qelqeliyê Yakup Almaç jî axivî û got "Ez şehadeta Ozbey silav dikim. Ew bû îfadeya dilê gelê xwe. AKP bi komkujiya Roboskiyê polîtekayên qirêj dimeşîne. Em dê doza hevalên xwe bilind bikin. Bila hemû gelê kurd yek bin. Bila her kes baş zanibe rêya çareseriyê diyaloga bi Brêz Ocalan re ye. Tenê Birêz Ocalan muxatabê çareseriyê ye."

Girseyê piştî daxuyaniyê dûa xwendin û heta mala şînê meşiyan. Mala şînê dê 3 rojan vekirî bimîne.