Gerîla bi hawanan li leşkerên li ser girê Elîşêr xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, hêzên gerîla duh bi hawanan li leşkerên li ser girê Elîşêr ê li Oremarê xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, hêzên gerîla duh bi hawanan li leşkerên li ser girê Elîşêr ê li Oremarê xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, hêzên gerîla roja 19'ê Mijdarê saet di navbera 13:00-13:30 de bi hawanan li leşkerên li ser girê Elîşêr ê li herêma Oremarê ya ser bi navçeya Gever a Colemêrgê xistin. Li gorî daxuyaniyê, encama vê çalakiyê zelal nebû.
Di dewam daxuyaniyê de hat gotin, "Artêşa TC, di navbera 13-15'ê Mijdarê de yekîneyên xwe yên veşartî li qada Şêx Cûma ya Bedlîsê bi cih kir. Roja 16'ê Mijdarê artêşa TC li vê herêmê dest bi operasyonê kir. Bi helîkopterê bi tîpa Kobra, obus û hawanan bombe li herêmê hatin barandin. Operasyon di şeva 18'ê Mijdarê de bi rengekî binketî, qediya."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku di êvara 18'ê Mijdarê de artêşa Tirk leşker veguhestiye navçeyên Karaz, Pasûr û Licê yên Amedê. Li gorî daxuyaniyê, komek ji leşkerên Tirk di şeva heman rojê de avêt ser malên li gundê Cofitnê yê Licê û dest daniye ser wesayîteke gundiyan."