Gerîla Baran li Efrînê ji aliyê hezaran ve hat bîranîn

Gerîla Baran li Efrînê ji aliyê hezaran ve hat bîranîn

Di 4'ê Tebaxê gerîllayên HPG li herêma Çelê li dijî baregehên artêşa Tirk operasyonek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 14 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van gerîlayan gerîla Baran Gabar bû. Gerîla Baran li Efrînê ji aliyê hezaran ve hat bîranîn.

4'ê Tebaxê gerîllayên HPG'ê di bin navê tevgera şoreşgerî de, li herêma Çelê êrîş birin ser 19 baregehên artêşa Tirk. Di encama çalakiyan de, nêzî 100 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, bi dehan leşker jî birîndar bûn. Di heman çalakiyan de, 14 gerîllayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van gerîlayan Arif Mûsa yê bi nasnavê Baran Gabar ê ji bajarê Efrînê bû.

Gerîla Baran, li Efrînê ji aliyê hezaran ve li gundê Celber ê şêrawaya Efrînê bi merasimekê hat bîran. Tevî malbata gerîllayê HPG Baran Gabar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn.

Bavê gerîlla Baran Gabar di merasîmê de axivî û got 'kurê min ji bo azadiya Kurdistanê di riyeke bi rûmet de jiyana xwe ji dest daye” û spasiya girseyê kir.