Li gel ku desthilatdariya AKP’ê soz dabû ku ew ê nivîs û anblemên nijadperest yên li Kurdistanê bi ser çiya û zinaran hatine nivîsandin rake, lê li Herêma Botanê ev pêkanîn dîsa dest pê kir.
Li heremê ji Amedê, heta Colemêrgê, ji Mêrdînê heta Qersê li sar çiya û girên li herêmên leşkerî yên Bakûrê Kurdistanê nivîsên “Xweziya wî yê ku dibêje ez tirk im”, “Welat canê min fedayê te be”, “Tirkek bedelê hemû cîhanê ye” û “Tirk, bixebite, bi ewle be, xwe mezin bike” hatine nivîsin.
Her wiha li gelek cihan jî heyv û stêrk ku anblema ala tirk e hatine xîzkirin. Di destpêka desthilatdariya AKP’ê de soz hatibû dayîn ku ev nivîs û anblem wê bên rakirin. Lê li herema Botanê li şûna ku dê ev nivîs dê bên rakirin, lez dan ji nû ve çêkirina wan.
Li herêma Zoran a li ser rêya Cizîr-Şirnexê, bi ser girekê anblema heyv û stêrkê tê xîzkirin. Hevy qediya tenê stêrk maye.