Şêniyên Sûrê dan xuyakirin, ku ew ê destûrê nedin komkujî mîna Cizîrê li navçeya Wan jî bê kirin û destnîşan kirin, ew ê navçeya xwe neterikînin. Gelê Sûrê diyar kirin, ew dixwazin bi awayekî azad bijîn."
ZEYNEP KÛRAY
AMED
în, 19 reşemiyê 2016, 10:51
Şêniyên Sûrê dan xuyakirin, ku ew ê destûrê nedin komkujî mîna Cizîrê li navçeya Wan jî bê kirin û destnîşan kirin, ew ê navçeya xwe neterikînin. Gelê Sûrê diyar kirin, ew dixwazin bi awayekî azad bijîn."
Li taxên ne qedexe yên Sûrê, ku bi rojan e destûr ji rojnamevanan re nayê dayîn ji bo xwe bigihînin, ancax bi kontrola polîsan em dikarin bikevin hundir. Li navçeyê, tevî dengê teqînan û çekan, jiyan dewam dike. Lê belê gel bi fikar e, ku mîna Cizîrê di her kêliyê de pêkane li Sûrê komkujiyek rû bide. Şêniyên taxên Îskenderpaşa û Lalebeyê hemû mexdûrên dewletê yên salên 1990'î ne. Şêniyên taxê ku di salên 90'î de ji ber şewitandina gundên wan ji neçarî koç kirin, vê carê li Sûrê ketin nava lepê terora dewletê.
Li Îskenderpaşayê zarok hîn bûne di nava dengê bombeyan de ji xwe re bilîzin. Pêşiya Meclîsa Gel a Îskenderpaşayê ku em lê rûniştin, ji nişka ve qelebalix bû. Jin di nava dengê topan de dest bi axaftinê dikin.
'EM DIXWAZIN BI AWAYEKÎ AZAD BIJÎN'
Devrîm Bîlmez 45 salî ye û dayika 7 zarokan e. 24 sal in li taxa Îskenderpaşayê dijî. Dema gundê Çîtlîbahçe yê navçeya Amed Hezroyê di sala 1992'an de ji aliyê dewletê ve hat şewitandin, bar kir Sûrê. Bîlmez diyar dike, ku rewşa heyî ya salên 1990'î xerabtir e û dibêje, "Niha bi tank û topan êrîş dikin. Ne koçberî, komkujiyê ferz dikin. Li bajarên me didin, ciwanên me, zarokên me qetil dikin. Bi rehetî jinên me yên ducanî qetil dikin." Bîlmez tîne ziman ku ev 3 meh in wan jiyaneke însanî ji bîr kirine û wiha dewam kir: "Hizûra me nîne, timî em bi dengê top û çekan vediniciqin. Êdî bila ev zilm biqede." Bîlmez dide xuyakirin, ku ew ji mirovên li jêrzemînên li Sûrê asê mane gelekî bifikar in û destnîşan dike ku tehemûla wan li rûdana Cizîreke nû nîne. Bîlmez dibêje, "Çi ji gelê sivîl dixwazin? Em bi tenê dixwazin bi awayekî azad bi nasnameya xwe bijîn. Van zextan em bêzar kirin. Em dixwazin ev hikûmet bê guhertin. Em dixwazin pitik di zikê dayika xwe de neyên kuştin, zarokên me li ber deriyê malên xwe neyên kuştin, zarokên me neyên girtin."
'EM Ê TI CARÎ DESTÛRÊ NEDIN KOMKUJIYÊ'
Gulbeyaz Bitkî jî dibêje, "Gelo ev zilm wê timî bê serê me Kurdan?"
Bitkî ya 58 salî ya li Îskenderpaşayê dijî, dayika 8 zarokan e. Mîna Devrîm Bîlmez di salên 1990'î de gundê wan hatiye şewitandin. Bitkî hînê şîna kurê xwe Serdar Bitkî yê 18 salî yê li Îzmîrê di sala 2008'an de ji aliyê faşîstan ve hat qetilkirin, digire. Bitkî dibêje, "Kurê min ji ber ku Kurd bû hedef hat girtin. Ji bo kar bike çûbû Îzmîrê. Her roj li min digeriya, ji nişka ve nema geriya. 18 rojan me jê agahî negirt. Di dawiyê de jî cenazeyê wî hat ku bi kêrê û îşkenceyê hatibû qetilkirin." Bitkî diyar dike, ku li SAûrê her roj Serdar tê kuştin û dibêje, "Her roj şîneke nû li şîna min zêde dibe. Her ciwanê li wir tê kuştin, zarokê min e. Bila êdî dest ji zarokên me berdin." Bitkî destnîşan dike ku ew ê destûrê nedin mirovên li jêrzemînên li Sûrê asê mane bên qetilkirin û wiha dibêje: "Kengî em dibêjin aştî, em tên kuştin. Em ê ti carî destûrê nedin ku li Sûrê mîna komkujiya li Cizîrê komkujî bê kirin. Pêwîstî pê hebe em ê hemû biherikin wê derê, em ê qiyametê rakin."
'MIRIN HEYE, ÇÛYÎN NÎNE!'
Em tên taxa Lalebeyê... Em dibihîzin ku polîsên tevgera taybet avêtine ser malên li derdora Meclîsa Gel a Lalebeyê. Şêniyên taxê bi biryar in heta dawiyê têbikoşin. Salîm Guler ê 50 salî vê rewşê bi gotina "Mirin heye, lê çûyîn nîne" kurteber dike.
Guler ji ber gundê wan Çîtlîbahçe yê Hezroyê di sala 1992'an de ji aliyê leşkeran ve hat şewitandin, neçar ma koçî Sûrê bike. Guler dide zanîn ku dewlet provaya Cizîrê li Sûrê dike û destnîşan dike ku gelê Kurd bi sedan salan li hemberî vê polîtîkaya zilmê teslîm nebûye, wê ji niha û pê ve jî teslîm nebe. Gule wiha dewam dike: "Berdêla xwe çi dibe bila bibe, heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ber xwe bidin. Em ê serî li ber vê dewleta barbar netewînin."
Guler tîne ziman ku ew ê destûrê nedin zêdeyî 200 sivîlên li jêrzemînan asê mane bên qetilkirin û axaftina xwe wiha dewam dike: "Em ê dest ji nasname, çand, ziman, urf û adetên xwe û kevneşopiyên xwe bernedin."
'EM Ê SÛRÊ NETERIKÎNIN'
Haci Gonul ê 38 salî li Lalebeyê ji dayik bûye û lê mezin bûye. Gonul tîne ziman ku li Sûrê ne şer, wehşet heye û dibêje, "Şer di navbera du dewletan de tê kirin. Lê li vir dewlet êrîşî gel dike. Jin, zarok, extiyar ciwan her kesî qetil dike." Gonul jî bibîr dixîne ku hewl tê dayîn komkujiya li Cizîrê hat kirin li Sûrê bê dubarekirin û dibêje çi dibe bila bibe ew ê pêşî li komkujiyeke bi vî rengî bigire.
Gonul herî dawî dibêje; kevir li ser keviran nehêlin jî, Kurdekî bi tenê nehêlin jî ew ê Sûrê neterikînin.