Gelê Şengalê komploya navneteweyî şermezar kir
Gelê Şengalê roja revandin û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar kir. Di çalakiya li çiyayê Şengalê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
Gelê Şengalê roja revandin û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar kir. Di çalakiya li çiyayê Şengalê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
Bi pêşengiya TEV-DA, Mamosteyan û Meclîsa serbixwe ya Ciwan û Şengalê, meşek hat lidarxistin. Di meşa ku zarokan li refên pêş cih girtin de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
Meş bi beşdariyeke girseyî li herêma Serdeşt a çiyayê Şengalê pêk hat. Çalakgeran wêneyên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên ji bo azadiya Ocalan hilgirtin.
RÊBER APO TACA SERÊ DAYIKAN E
Dayikên Şengalî di dema çalakiyê de ji ANF'ê re axivîn û anî ziman, dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployê re helwesteke însanî nîne. Dayikan dewletên di nava komployê de cih girtine lenet krin û destnîşan kirin, ku Ocalan taca serê dayikan e. Dayikan diyar kirin, heta mirinê ew ê li ser şopa Ocalan bin û dixwazin di dema herî nêz de li Kurdistana azad wê li cem xwe bibînin. Jinên Şengalê berxwedana li Bakurê Kurdistanê silav kirin û serketin ji berxwedêran re xwestin. Dayikan dan xuyakirin, ku divê berxwedana Bakurê Kurdistanê ji berxwedanên Kobanê û Şengalê moralê werbigire.
HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN
Di dawiya meşê de li ser navê Meclîsa Serbixwe ya Şengalê, TEV-DA, Saziya Mamosteyan, Rêxistina Ciwanan û Meclîsa jinê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em li ser navê gelê xwe komploya navneteweyî şermezar dikin. Em 15'ê Sibatê weke roja tarî pênase dikin. Û em careke din dibêjin; divê dewletên di nava komployê de cih girtine zanibin ku bi komkujî, girtin û fermanan re nikarin roja me tarî bikin. Komploya li hemberî Rêberê me li hemberî hêviya azadiyê ya gelê me ye. Ev hêzên komploger û cîhan divê zanibin; em ê heta dawiyê li ber xwe bidin, li ser bingeha felsefeya Rêber Apo em ê meşa xwe bidomînin."