Gelê Roboskiyê dê li cihê komkujiyê çalakî li dar bixe

Gelê Roboskiyê dê li cihê komkujiyê çalakî li dar bixe

Malbatên 34 welatiyên di bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan ji bo hikûmetê şermezar bikin û 5 mehin kiryar peyda nekirin li cihê zarokên wan lê hatin qetilkirin çalakiya rûniştinê li dar bixin.

Malbatên 34 welatiyên li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê yên di 28'ê kanuna 2011'an de di bombebaran balafirên şer ên TSK'ê de jiyana xwe ji dest dan dê biçin cihê bûyerê. Malbat ji bo ku bi ser bûyerê de 154 roj derbas bûn hêj kiryar nehatin dîtin û daxuyaniyên hikûmetê yên rojên dawî şermezar bikin dê li cihê komkujiyê çalakiya rûniştinê pêk bînin.

Malbatên zarokên xwe di komkujiyê de winda kirin roja Serokwezîr Erdogan ji bo tevlî kongreya Rêxistina AKP'ê ya Amedê bibe tê Amedê dê ber bi herêma komkujiyê ve bimeşin û li cihê bûyerê kon vedin û çalakiya rûniştinê li dar bixin.