Gelê Qoserê li dijî komploya 15'ê Sibatê daket kolanan, lê polîsên Tirk êrîş kirin

Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şêniyên Qoserê xwestin bimeşin. Lê belê polîsên Tirk dest li girseya gel werdan, lewma rewşeke aloz der bû.

Li navçeya Mêrdîn Qoserê, li ser banga DBP'ê bi sedan kes li Meydana Azadiyê ya navçeyê li hev civiyan û revandin û radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî re, şermezar kirin.

Lê belê polîsên Tirk dor li qadê girtin û nehiştin daxuyanî bê dayîn, meş bê lidarxistin. Li ser vê yekê girseya gel derbasî Parka Mehmet Sîncar bû.

Polîsên Tirk li vir jî dor li gel girtin û nehiştin meş bê kirin. Polîsan bi ava şid û gazê êrîşî gel kirin.

Gel jî bi keviran bersiv da êrîşa polîsan. Bûyerên li navçeyê destpê kirine, dewam dikin.