28’emîn Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem a Mexmûrê bi tevlîbûna hezaran bi coşek mezin hat pîrozkirin.
28’emîn Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem ji aliyê hezaran kesan ve li Qada Çand û Hunerê duh saet 19.30’an de bi coşek mezin hat pîrozkirin. Şahiya îsal li gorî salên berê hem di aliyê tevlîbûn û hem jî di aliyê coşbûnê de şahiya herî bi heybet bû. Şahî, ji bo cangoriyên Kurdistan bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Di şahiya 15’ê Tebaxê de Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê Yusif Kara axifî. Kara di destpêka axaftina xwe de salvegera Roja Vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û gelê wargehê pîroz kir. Her wiha Yusif Kara da diyarkirin ku Pêngava 15’ê Tebaxê di dîroka gelê Kurd de mîladek e û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Pêngava 15’ê Tebaxê di bin fermandariya Rêheval Mahsum Korkmaz, Egîd de polîtîkayên dewleta Tirk ên tunekirin û înkarê xera kirine. Her wiha hemû hesabên li dijî gelê Kurd pûç kirine.”
Piştî axaftina Yusif Kara, Peyama Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan ku ji bo gelê wargehê şandibû bi rêya sînevîzyonê hat temaşekirin. Karayilan di peyama xwe de got, “Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn vejîneke û vê rojê di serî de li Rêber Apo, gelê Wargeha Mexmûr, mêvan û gelê Kurd ê berxwedêr pîroz dikim.”
Her wiha peyama PYD, KNK, Hemwelatiyên Azad û Wekhev, û peyama Dayikên Aştiyê yên Ewrûpayê û saziyên Wargeha Şehîd Rûstem weke Şaredarî, Meclîsa Gel a Demokratîk û Meclîsa Îştar hat xwendin.
Li ser navê PYD’ê Dr. Huseyin Koçer di şahiyê de axifî û wiha got: “Pêngava 15’ê Tebaxê cejna vejîna Gelê Kurd di serî deli mîmarê Azadiyê Rêber Apo û tevahî gelê Kurdistan pîroz be.”
Li ser navê KNK’ê Dr. Bengî Haco jî axifî û got: “Pêngava 15’ê Tebaxê di bin fermandariya Rêheval Mahsum Korkmaz, Egîd de polîtîkayên dewleta Tirk ên tunekirin û înkarê xera kirine û hemû hesabên li dijî gelê Kurd pûç kirine. Fermandarê Mezin heval Egîd bi pêngava 15'ê Tebaxê destan nivîsand.” Dîsa li ser navê Dayikên Aştiyê yên Ewrûpayê Dayik Şengê ji axifî û got, “Pêngava 15’ê Tebaxê Cejna berxwedan û azadiyê li Rêber Apo, gelê me yê berxwedêr û gerîllayên serê çiyayan û bi taybet li gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem pîroz be. 15’ê Tebaxê gulle li zîhniyeta dagirker û paşverû da.”
Piştî Axaftinan fîşekên hewayî dîmenên balkêş û bi coş da şahiyê. Di şahiyê de Koma Govendê ya Şehîd Adar, Koma Girava Rojê, Koma Şano, Koma Govendê ya Şehîd Arîn, Koma Penaber, Koma Govendê ya Jinên Ciwan û Koma Çar Newa derketin ser dikê û bi stranên xwe gel coşandin. Her wiha gel tim û tim bi yek dengî dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Bijî HPG” berz kirin. Şahî heta derengiya şevê berdewam kir.