Gelê Kurd zarokên xwe ber bi rêwîtiya dawî ve oxirkirin

Şervanê YPG’ê Mehmet Bulun, gerîlayên HPG’ê Mesut Pusat û şervana YPJ'ê Fîdan Yalçin ên cenazeyên wan deh rojan li Deriyê Sînor ê Xabûrê hatin rawestandin ji aliyê dehhezaran ve ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.

Şervanê YPG’ê Mehmet Bulun, gerîlayên HPG’ê Mesut Pusat û Fîdan Yalçin ên cenazeyên wan deh rojan li Deriyê Sînor ê Xabûrê hatin rawestandin ji aliyê dehhezaran ve ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.

BI HEZARAN KESAN CENAZEYÊ BULUN PÊŞWAZÎ KIRIN

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mehmet Bulun ê 10 roj in li Deriyê Sînor ê Xabûrê dihat sekinandin li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi girseyî hat definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mehmet Bulun (Dilbirîn Qoser) ê 10 roj in li Deriyê Sînor ê Xabûrê dihat sekinandin li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi girseyî hat definkirin. Cenazeyê Bulun piştî karên otopsiyê yên li Deriyê Sînor ê Xabûrê ber bi Qoserê ve hat şandin. Cenazeyê Bulun di ketina navçeyê de bi girseyî hat pêşwazîkirin û piştre birin Mizgefta Xelîl û Rahman a li Taxa Îpekê. Cenazeyê Bulun li vir ji aliyê welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG'ê hatin vekirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hat berzkirin.

'DI DEMA CENAZE DE ÊRÎŞÎ GIRSEYÊ HAT KIRIN'

Dema girseyê ji bo wecîbeyên olî cenaze anîn mizgeftê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir. Piştî girseyê jî bi keviran bersiva polîsan da nêzî seatekê pevçûn derketin. Piştî pevçûnê girseyê cenaze ji mizgeftê wergirt û bi meşê birin Goristana Sanayî ya Qoserê. Di dema meşê de polîsan bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan xwest ku girseyê dorpêç bikin.

Piştî meşê cenazeyê Bulun bi dirûşman hat definkirin.Piştî karên definkirinê Serokê MEYA-DER'ê yê Mêrdînê Abdullatîf Tabar axivî û wiha got: "Yên behsa ol û Îslamê dikin tehemûlê nîşanî cenazeyên me jî nadin. We li hember mirovahiyê sûc kiriye."

Dayika Şervanê YPG'ê Bulun Gulê Bulun jî wiha got: "Kurê min kurê hemû gelê Kurd e. 10 roj in li ber deriyê sînor em sekinînin. Dema em disekînin êrîşî me kirin. Gelo çi hûn çi wijdanê hildigirin. Hûn çawa hê derdikevin pêşberî gel û diaxivin? Em dayikên Kurd li gel kezeba me bişewite jî em ê her tim ji bo aştiyê biqîrin. Lê Erdogan hê di şer de israr dike. Hêvî dikim ku ev şer bi dawî bibe."

Piştî axaftina girse ji goristanê derket.

JI BO PUSAT LI SILOPIYAYÊ MERASÎM

Cenazeyê Şervanê HPG'ê Mesut Pusat (Kurtay Cûdî) ê 18'ê Tîrmeha 2015'an li Şengalê di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest da û ji aliyê rayedarên dewlet Tirk ve 10 roj in destûr nedidan cenaze teslîmî malbatan bên kirin ji aliyê hezaran welatiyan ve hate definkirin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê cenazeyê Şervanê HPG'ê Mesut Pusat (Kurtay Cûdî) ê  18'ê Tîrmeha 2015'an li Şengalê di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran welatiyan ve hate definkirin. Piştî bi berxwedana malbat û gel cenazeyên 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê yên bi roj bû ji aliyê rayedarên dewletê ve bi biryara Desteya Wezîran ve dihatin astengkirin hatin wergirtin û ber bi bajarên wan ve hatin oxirkirin.

Cenazeyê Şervanê HPG'ê Mesut Pusat (Kurtay Cûdî) jî piştî karên otopsiyê yên li Deriyê Sînor ê Xabûr ji aliyê malbat û nûnerên MEYA-DER'ê ve hat wergirtin. Gelek welatiyên li ber deriyê sînor cenazeyê Pusat pêşwazî kirin û anîn Mizgefta Şehîdan a li Taxa Cûdî. Bi hezaran welatî li vir kom bûn û bi dirûşma, "Şehîd namirin" şervanê HPG'ê Pusat pêşwazîkirin. Piştî wecîbeyên olî ciwanan cenazeyê Pusat hilda ser milên xwe û ber bi Goristana Şehîdan ve bi meşê birin. Parlamenterên HDP'ê yên Şirnex Leyla Birlik û Faysal Sariyildiz, hevşaredarên herêmê, hevserok û rêveberên DBP/HDP'ê yên herêma Şirnex, gelek nûnerên saziyên civaka sivîl û bi hezaran welatî tevlî meşê bûn. Di meşê de alên KCK, PKK, YPG, YJA-Star'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan, ji fermandarên PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egîd) û şervanê HPG'ê Mesut Pusat (Kurtay Cûdî) hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmên "Şehîd namirin" , "Ey şehîd rêya te rêya me ye" , "Tolhildan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Piştî ku girse gihîşt goristanê rêzgirtin pêk anî. Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER'a Cizîrê Mele Qasim Yîgît axivî û di kesayeta Pusat de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn. Yîgît destnîşan kir ku wan 11 rojan ji bo cenazeyên şehîdan werbigirin li ber xwe dane û wiha got: "Şehîden me nirxên me yê herî pîroz in. We li ber germa havînê li ber xwe da û di encama berxwedana xwe de cenazeyên xwe wergirtin. Em berxwedana we pîroz dikin."

Yîgît bal kişand ser helwesta dijmirovî ya li hember 13 cenazeyên şervanên HPG, YPG û YPJ'ê û wiha axivî: "Li hember cenazeyên me ketin nav pêkanînên bêhurmet. Lê gelê li hember vê îxanetê li hember van pêk anîn dijmirovahî ber xwe da û listikên wan yên qirêj vala derxistin."

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî sersaxî ji malbat û gelê Kurd re xwest û wiha got: "Gelê me li hember desthilatdariyê têkoşîna azadiyê dide. Xwestin bi nêzîkbûna şehîdan li hember me şerekî bidin destpêkirin. Lê hemû raya giştî û cîhanê ev polîtikayên wan yên qirêj dîtin û gelê me bi berxwedana xwe planên wan vala derxistin."

Dayika Pusat, Kerima Pusat jî got ku dema wan dest bi vê şoreşê kir şehdî dane. Pusat diyar kir ku kurê wê ne şehîdê malbatê şehîdê hemû gelê kurd.

Piştî axaftinan cenazeyê Pusat bi çepik, tilîlî û diruşmeya "Şehîd namirin" hat definkirin. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn welatî bi girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo Pusat a li taxa Zapê hatiye vedan.

HEZARAN LI WANÊ ŞERVANA YPJ’Ê YALÇIN OXIR KIRIN

Li Wanê bi tevlîbûna hezaran kesan şervana YPJ’ê Fîdan Yalçin (Jiyanda Çarçela) hat definkirin.

Piştî ku cenazeyê Yalçin di ketina Westanê de ji aliyê konvoya bi hezaran wesayîtan hat wergirtin

Birin Goristana Yenî Mahalleyê. Li vir bi hezaran kesên ku cenaze rakirin ser milên xwe bi dirûşmên “Kujer DAIŞ, hevkar AKP”,  “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” ber bi Şehîdgeha Yenî Mahalleyê ve meşiyan.

Di meşa ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatîn vekirin de, li gel Hevseroka DBP’ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Yûrdûsev Ozsokmenler, Adem Gewerî, Tûgba Hezer, Remzî Ozgokçe, Rêveberên HDP-DBP’ê yên bajar û navçeyan, Hevşaredar û bi hezaran kes tevlî meşê bûn.

Ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadî û aşitiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyeke rêzgirtin hat kirin. Piştre Serokê MEYA-DER’ê Îbrahîm Alkan axivî û got, Dema ku gelê Kurd serketinên mezin bidest dixe, berdêlên mezin jî dide. Alkan got, “Şehîdan ji bo gelê Kurd canê xwe feda kirin.” Her wiha Alkan 10 roja sekinandina cenazeyên 13 şervanên YPG/YPJ’yiyan li Deriyê Sînor ê Xabûr jî şermezar kir.

Piştî Alkan Hevseroka DBP’ê ya Wanê Hamiyet Şahîn axivî û got, “ Cenazeyên me 10 rojan bi biryara Desteya Wezîran li sînor hat rawestandin. Ev nêzîkatî ne exlaqî, ne mirovî û ne jî Îslamî ye. Ev yek zilm e û em jî wê li ber vê zilmê serê xwe netewînin. Emê têkoşîna xwe hîn bilintir bikin. Xeyala şehîdên me azadiya Serok Apo, azadiya jinan û azadiya welat e. Em jî wê heya dawiyê bi bîranînan wan ve girêdayî bimînin.”

Parlamentera HDP’ê Tugba Hezer jî 10 rojan sekinandina cenazeyan li deriyê sînor şermezar kir û wiha axivî, “Ev helwest nîşandide ku dewlet ji mirî û saxên Kurdan jî ditirse. Ev 13 şehîd li hemberî çeteyên xwînxwar ên DAIŞ’a ku hewldidin rûmeta mirovahiyê binpêbikin şerkirine û canê xwe dane. Vaye ji ber vê yekê bi roja AKP’ê cenazeyên me nedan. Ev tişta ku hatî kirin di ti ol û exlaqî de tine ye. Em jî wê li hemberî vê bibin yekitî.”

Bavê şervana YPJ’ê Fîdan Yalçin Halîl Yalçin jî got, “Şehîd Şehîdê Kurdistanê ye.”

Piştî axaftinên hatin kirin cenazeyê şervana YPJ’ê Fîdan Yalçin spartin axê.

...