Li navçeya Silopiyayê, ji ber ku hêzên dewleta Tirk li pêşberî berxwedana gel a 36 rojan ti encam negirt, qedexe bi roj hat rakirin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez destnîşan kir, ku gelê Kurd wê berxwedana xwe bidomîne.
Li navçeya Şirnex Silopiyayê piştî ku gel îradeya xwe nîşan da xwerêveberî îlan kir dewletê 3 caran qedexe îlan kir. Ji ber ku gel bi berxwedanê bersiv dan êrîşan, qedexeya dawî di roja 37. de bi roj hate rakirin. Hêzên dewletê bi êrîşa tank û topan gel qetil kir û koçberî li ser mirovan ferz kir. Li navçeya ku îro bi roj qedexe rabûye, dorpêçî hînê didome. Li navçeya qedexeya fîlî berdewam dike.
Welatiyên ku bi zorê ji malên xwe hatin derxistin serê sibehê vegeriyan malên xwe. Bi rakirina qedexeyê re asta êrîşan jî derket holê. Li taxên Başak, Cûdî, Nur, Barbaros, Şehît Harûn, Karşiyaka û Yenîşehîrê bi sedan mal hatin xerakirin. Welatiyên ku li dijî xerakirinên dewletê nerazîbûn nîşan dan bi derfetên xwe ve qadên jiyanê sererast dikin. Welatiyan diyar kirin ku dewletê bi tank û topên xwe ve kolan û taxên wan xera kiriye û ew ê ti carî li dijî zilmê serê xwe netewînin.
BERXWEDAN WÊ BIDOME
Parlamenterên HDP'ê Aycan Îrmez û Ferhat Encu yên ku di dema êrîşan de li Silopiyayê bûn bi gel re li taxan geriyan. Îrmez got ku li Silopiyayê qedexe berdewam dike, bi roj serbest e lê bi şev wê berdewam bike. Îrmez diyar kir ku hikûmeta AKP'ê pekanînên salên 90'an derbas dike li ser gel ferz dike û di nava 36 rojan de 26 kes hatin qetilkirin.
Îrmez bilêv kir ku gelê kurd ti carî dev ji îradeya xwerêveberiyê bernade û wiha axivî: "Bi salan e qatlîamên hêzên dewletê nekarîne gelê kurd bêzar bikin. Vî gelî ti carî li dijî zaliman serê xwe netewand. Niha dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe. Gelê kurd eger êrîş berdewam bikin wê heta dawî li ber xwe bide."