Gelê Hezexê: Em naxwazin polîsan li nava kolanên xwe bibînin
Li navçeya Şirnex Hezexê, polîsên Tirk danê sibehê bi gelek wesayîtên zirxî hewl dan êrîşî Taxa Yenî bikin.
Li navçeya Şirnex Hezexê, polîsên Tirk danê sibehê bi gelek wesayîtên zirxî hewl dan êrîşî Taxa Yenî bikin.
Li navçeya Şirnex Hezexê, polîsên Tirk danê sibehê bi gelek wesayîtên zirxî hewl dan êrîşî Taxa Yenî bikin. Li pêşberî berxwedana gel a li ber xendekan, polîs neçar man xwe ji taxê vekişînin.
Polîsan danê vê sibehê, bi gelek wesayîtên zirxî dor li Taxa Yenî girtin. Polîsan hewl dan bi maşînên kar bikevin nava taxê. Li ser vê yekê bi sedan welatiyên li taxê daketin kolanan û bi qîrîna dirûşmên "Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan" êrîşa polîsan protesto kirin.
Polîsên ku bi maşînên kar ên zirxî beşek ji bendan xera kirin, li gelê bi biryar û berxwedêr rast hatin. Hejmara gel a li vê derê gav bi gav zêde bû û polîs li ser vê yekê neçar man vekişin.
Bendên ku ji aliYê polîsan ve hatin hilweşandin, ji aliyê jin û ciwanan ve di demeke kurt de careke din hatin çêkirin. Ji jinên nerazîbûn nîşanî êrîşan dan Emîn Gokçe got, "Em naxwazin li taxa xwe polîsan bibînin. Em ê ne malên xwe biterikînin, ne jî li hemberî êrîşan bêdeng bin. Me hemûyan bikujin jî em ê li ber xwe bidin." Girseya gel li hemberî êrîşeke gengaz, li kolanan disekine.