Gelê diçû herêma operasyonê hat astengkirin

Piştî leşkeran mînîbusa welatiyên ji gundê Gundikê diçûn zozanan gulebaran kir û welatiyekî jiyana xwe ji dest da, 2 welatî jî birîndar bûn welatiyan xwestin biçin herêma operasyonê. Polîsên li ser rê bend danîn nahêlin welatî biçin herêmê.

Piştî leşkeran mînîbusa welatiyên ji gundê Gundikê diçûn zozanan gulebaran kir û welatiyekî jiyana xwe ji dest da, 2 welatî jî birîndar bûn welatiyan xwestin biçin herêma operasyonê. Polîsên li ser rê bend danîn nahêlin welatî biçin herêmê.

Îro danê sibê welatiyên bi navê Kamber Morkoç, Sabrî Morkoç û Altan Akin ji gundê Gundikê yê Golana Erdexanê diçûn zozanên xwe rastî gulebarana leşkerên 2 roj berê derketibûn operasyonê hatin. Di encama vê gulebaranê de Kamber Morkoç jiyana xwe ji dest da, Sabrî Morkoç û Altan Akin jî birîndar bûn. Piştî êrîşa leşkeran welatiyên xwestin biçin herêma operasyonê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Hat ragihandin ku polîsên ku 6 km dûrî navçeyê bi wesayîtên zirxî bend danîne ser rê û nahêlin welatî biçin herêma operasyonê. Li hemberî vê helwesta polîsan welatiyan dest bi çalakiya rûniştinê kir û parlamenterên HDP'ê ji bo polîs rê vekin bi rayedarên polîsan re hevdîtinê pêk tînin.

Beriya çûna herêma operasyonê, di nava wan de parlamenterê HDP'ê yê Erdexanê Taşkin Aktaş jî heyî gelek welatî ji bo şermezarkirina êrîşê heta edliyeya Erdexanê meşiyan, Di meşê de bênavber dirûşmên "AKP wê hesab bide gel" û "PKK gel e, gel li vir e". Parlamenter Aktaş di çalakiyê de axivî û diyar kir ku AKP fermana vê operasyonê daye û wiha axivî: "Bi vê yekê êrîşî îradeya gelê Golan û Erdexanê di 7'ê Hezîranê de nîşan dane kirin. Ji bo pêşiya operasyonê û pevçûnê bigirin gel li ser piyan e."

Her wiha cenazeyê Kamber Morkoç (70) ê di gulebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest da li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê tê girtin.