Gelê Dêrikê: Berxwedana me wê heta azadiyê bidome
Şêniyên taxa Cevîzpinar a Dêrikê, ku yek ji pênc taxên derketina derve lê qedexe ye û êrîşên giran li ser heye, dibêjin "Em bimirin jî em ê ji azadiya xwe venegerin".
Şêniyên taxa Cevîzpinar a Dêrikê, ku yek ji pênc taxên derketina derve lê qedexe ye û êrîşên giran li ser heye, dibêjin "Em bimirin jî em ê ji azadiya xwe venegerin".
Şêniyên taxa Cevîzpinar a Dêrikê, ku yek ji pênc taxên derketina derve lê qedexe ye û êrîşên giran li ser heye, dibêjin "Em bimirin jî em ê ji azadiya xwe venegerin". Dêrikî bi biryarin ku heta dawiyê li cih û warên xwe bimînin û li ber xwe bidin.
Li Dêrikê Çiyayê Mazî, qedexeya derketina derve û êrîşên hêzên dewletê di roja heyştemîn de ne. Gel jî bi biryardarî li xwe xwe dide. Yek ji pênc taxên êrîş lê giran e, Tax Cevîzpinar e.
Şêniyên Taxa Cevîzpinarê Tûgba Abîk, Nazmiye Sînanoglû, Necmiye Gur û Ferhat Açar êrîşên li wan tên kirin û berxwedana xwe ji ANF'ê re vegotin. Şêniyên taxê bang li gelê Dêrikê kirin ku malên xwe neterikînin.
'EM LI DORA DÊRIKÊ BICIVIN'
Tûgba Abîk: Bang li hemû ciwanan dikim. Dêrikê û berxwedana gel bi tenê nehêlin, li cem cih bigirin. Em ê taxên xwe neterikînin. Êrîşên dewletê me natirsîne. Dixwazin em bitirsin, birevin û taxên xwe biterikînin. Lê em ê vê nekin. Bila gelê me Dêrikê bi tenê nehêle û li vê derê bi me re bimîne.
'EM LI VIR IN, BILA ZALIM BIÇE'
Nazmiye Sînanoglû: Di rojên dawî de êrîş zêde bûn û êrîşên gelekî giran tên kirin. Lê belê em bimirin jî em ê li ser xaka xwe bin. Ev der xaka me ye, cih û warê me ye. Yên hatine vê derê li me zilmê dikin, bila ew biçin. Niha bi hezaran mirovên me yên li mala xwe dimînin hene. Her kes li mala xwe ye, kesî mala xwe neterikandiye. Hin mirovên me ji ber nexweşên xwe derketin, çûn nexweşxaneyan. Lê belê bi awayekî giştî kesî cih û warên xwe neterikandin, wê neterikînin. Em dixwazin ku dewlet bi rêzdarî nêzî biryar ame bibe û dest ji vê êrîşkariyê berde. Tercîha me diyar e, em dixwazin bi çand û zimanê xwe re xwe bi rê ve bibin û em ê ji vê venegerin.
'BILA KES MALA XWE NETERIKÎNE'
Nazmiye Gur: Daxwaza me ji gelê me ew e ku bila kes mala xwe neterikîne, heta dawiyê lê bimîne. Bi rojane em di nava dorpêçî, di nava şert û mercên zehmet de dijîn. Lê em dest ji mal û taxa xwe bernadin. Mirovên me yên çûne jî bila vegerin. Yanî bi awayekî cidî pirsgirêkên me hene, lê belê çi dibe bila bibe divê em xaka xwe neterikînin.
'EM BIMIRIN JÎ EM Ê JI AZADIYA XWE VENEGERIN'
Ferhat Açar: Em dixwazin êrîşên dewletê bên sekinandin. Ji duh ve bi taybetî gule li malên me hatin reşandin. Bi qasî ku têra artêşekê bike bi hejmareke ewçend zêde ya leşker û polîsan êrîş dikin. Ev dewlet çi ji me dixwaze? Bi van êrîşan re wê xwe bigihîne ku derê? Em ê dernekevin, em bimirin jî em ê li vir bimirin. Eger ew ê bikujin bila bikujin. Tahîr Elçî qetil kirin, em ji Tahîr Elçî ne hêjatir in. Mirin be em jî ji mirinê re amade ne, lê em ê ji azadiya xwe venegerin. Destketiyek van êrîşan nîne, dewlet bi van êrîşan re nikare encamê bi dest bixe. Cihê herî dawî; qebûlkirina vîn û biryara vî gelî ye.