Bi hezaran welatiyên ku di şahiya Şaredariya Bîsmîlê de hatin cem hev ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan azadî xwest.
Şaredariya Bîsmîlê li Parqa Halîl Îbrahîm Orûç şahiyek li dar xist. Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut, rêvebirên BDP'a Bîsmîlê, Cîgirê Şaredarî Bîsmîlê Mehmet Onat, endamên meclîsa şaredariyê û bi hezaran welatî beşdarî şahiyê bûn. Hevserokê BDP'a Bîsmîlê Nîzamettîn Azad, di şahiyê de axaftinek kin kir. Azad, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku heke di nava yekitiyê de têkoşînek bimeşînin dikarin vê tecrîdê bidin rakin. Azad wiha axivî: "Ez bang li dewleta AKP'ê dikim; Muxatabek tenê heye ew jî Birêz Abdûllah Ocalan e û divê mûxatab bê girtin." Girse axaftina Azad gelek caran bi dirûşmeyên wekî "Qatîl Erdogan" û "Bijî Serok Apo" birî.
Piştî Azad Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut axivî û diyar kir ku gelê Kurd ji 7 salî heta 70 salî girêdayî Ocalan e û wiha got: " Tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan tê meşandin ne tenê salekî ye. Bi salan e ev tecrît didome û heta niha hatiye. Di nava vê sala dawî hîn girantir kirine. AKP bi vê tecrîdê dixwaze gelê kurd bê Rêber bihêle. Em ê jî vê qebûl nekin. Em ê siyasetekî bê rêbertî tu caran nemeşînin."
‘EM DÊ CAREK DIN BÊJIN MUXATAB BIRÊZ OCALANE’
Zumrut ji bo mîtînga di 14'ê Tîrmehê dê li Amedê were lidarxistin jî banga tevlîbûnê li gel kir û gotinên wiha domand: "Em dê bi vê coşê di 14'ê Tîrmehê de li mîtînga Amedê de carekî din bêjin ku mûxatab Birêz Ocalane, mûxatab Qendîle. Em wekî ciwan û jinên kurd heta Rêberê me azad bibe dê têkoşîna xwe bidomînin."
Di şahiyê de pankarta wekî "Jiyan bi aştî, aştî bi Ocalan pêk tê" û "Heval Zîlan kesayeta serkeftina jiyanê ye" ku li ser wêneyê Zîlan hebû li ser dikê hate daliqandin. Di şahiyê de her wiha Koma Dengê Aram Tigran, Koma Hemdem, hunermend Xanemîr derketin ser dikê û stranên xwe bi beşdaran par ve kir. Şahî heta derengiya şevê dom kir.