Gelê Amedê wê sibê ji bo Sûrê rabe ser piyan
Qedexeya kolanan a li Sûrê didome sibê wê bi çalakiyên DBP’ê bên protestokirin.
Qedexeya kolanan a li Sûrê didome sibê wê bi çalakiyên DBP’ê bên protestokirin.
Qedexeya kolanan a li navçeya Sûrê ya Amedê didome, sibê wê bi çalakiyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bên protestokirin.
Di daxuyaniya DBP’ê ya têkîldarî çalakiyan de wiha hat gotin: “Ji bo şermezarkirina qedexeya kolanan, zext û şîdeta hêzên dewletê li jiyangehên sivîl pêk tînin, wê sibê ji aliyê rêxistinên navçeyên me çalakiyên protestoyê bên lidarxistin.”
Di daxuyaniyê de banga tevlîbûnê li tevahî Amediyan dike û nuqteyên çalakiyan wiha ne:
-Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Kayapinar saet 12.00’an li Parka Rojava.
-Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Yenîşehîr saet 13.00’an li pêşiya AZC Plaza.
-Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Baglar saet 14.30’an li pêşiya avahiya partiyê.