Gel ji Minbicê direve

Gelê ji Minbicê direve, xwe li herêmên ewle yên di bin kontrola Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne, digire.

Operasyona Fermandar Şehîd Ebû Leyla di roja 10. de ye. Di çarçoveya operasyonê de navenda abjarê Minbicê bi temamî hatiye dorpêçkirin. Sivîlên li nava bajêr jî pêl bi pêl direvin. Yên direvin xwe li herêmên ewle yên di bin kontrola Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne, digirin.

Komek ji 20 kesan a bi alên spî xwe gihand gundê Mişrefa yê li bakurrojhilatê bajêr, li herêmên ewle hat bicihkirin. Sivîlên ji zilma DAIŞ'ê bêzar bûne, kêfxweşiya xwe ya ji ber hatine hêzên operasyonê bilêv kirin.

...