Ji fermandarên YJA Starê yên li Kerkûkê Berfîn Denîz Gabar got, "Heta em Rêberê xwe azad bikin, weke ciwanên Kurd sekin li me nîne. Em ê tola dayikên xwe, ciwanên xwe yên li Silopiya, Cizîr û Nisêbînê şehîd ketine, hildin."
HÊVÎDAR RIZGAR/JIYAN TÊKOŞÎN
KERKÛK
yekşem, 5 pûşperê 2016, 12:04
Ji fermandarên YJA Starê yên li Kerkûkê Berfîn Denîz Gabar da xuyakirin, ku pêvajoya heyî, pêvajoyeke ji rêzê nîne û got, "Pêvajoyeke zehmet e. Tevgera PKK'ê ji xwe tevgereke ji nava zehmetiyan afiriye. Ev zehmetî herî zêde di vê demê de bi êrîşên li hemberî gelê Kurd derket holê. Û li hemberî van êrîşan li Sûr, Nisêbîn, hezex û Cizîrê berxwedaneke bêeman hat meşandin. Pêwîste temamiya gelê Kurd bi berxwedana gelê me ya di vê pêvajoyê de bi yekîtiya xwe meşand, serbilind be."
Gabar wiha pê de çû: "Di vê dema ku berxwedan derket asta herî bilind de, me berdêlên gelekî giran dan. Û em ê tola van berdêlên xwe hilînin. Pêwîste tevlîbûna ciwanên Kurd a di vê demê de bibe tevlîbûna hilanîna tolê. Girîng e ciwanên Kurd bi vê armanc û têdihiştinê tevlî bibin."
Gabar diyar kir, ti tişt nikare hêviya gelê Kurd bişikîne û got, "Dewlet li her cihî dibêje 'Tevgera PKK'ê qediya'. Dibêje 'Gelê Kurd li bajar û çiyê qediya ye'. Bi vî rengî dixwaze gel bixapîne, bitirsîne. Lê belê divê gelê me bi propagandayên bi vî rengî nexape. Ev hemû nûçeyên derewîn ên medyayê ne. Em ti carî tine nabin. Roj bi roj em têkoşîna xwe mezintir dikin."
"BI RUHÊ MEHMET TÛNÇAN EM Ê BERXWEDANÊ BI SER BIXÎNIN'
Gabar di dawiya axaftina xwe de got, "Dirûşmeya me ya 'me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî biqedînin' dirûşmeyeke ji rêzê nîne. Em ê bi vê dirûşmeyê têkoşîna xwe bi ser bixînin. Û îro roja bilindkirina vê têkoşînê, hilanîna tolê ye. Em ê tola ciwanên xwe, dayikên xwe yên li Silopiyayê, li Cizîrê, li Nisêbînê şehîd ketin hilînin. Roj roja şoreşê ye, asta pêkanîna şoreşê ye. Pêwîste ciwan hemû bi ruhê serketin û tolhildanê biherikin nava refên gerîla, YPS û YPS Jinê. Ev tevlîbûn wê bibe azadiya Rêberê me û azadiya gelê me. Hingî wê ciwanên Kurd karibe bêje ez li cihekî rast im. Girîng e tevlî nava têkoşînê bibin û li ser koka xwe şîn bibin. Heta ku Rêberê me azad bibe weke ciwanên Kurd sekin li me nîne, em ê xwedî li têkoşîna xwe derkevin. Ev ruhê berxwedanê yê azadiyê bafirîne, li Cizîrê di şexsê hevalên Mehmet Tûnç, Asya Yuksek û Pakîze Nayir de derket holê. Divê em jî vî ruhî veguherînin çalakiyan. Ji bo tevahiya gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd, roj ev roj e. Em di têkoşîna wan de serketinê dixwazin. Bi vî ruhî ve berxwedana me wê bi ser bikeve."