FKÊ: Azadiya Rêber Apo azadiya civaka Êzidî ye

FKÊ komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir û diyar kir, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd û civaka Êzidî ye. FKÊ banga tevlîbûna li nava refên serhildanê li civaka Êzidî kir.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) ji ber salvegera 17. a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku ji aliyê gelê Kurd ve weke roja reş tê bi nav kirin daxuyaniyek weşand û komploya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî gelê Kurd hat lidarxistin, bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewletên serdest bi vê komployê re xwestin pêşî li azadiya gelan û nasnameyên olî bigirin û ji bo berjewendiyên xwe sîstemên heyî bidomînin. Lê belê têkoşîna gelê Kurd û Rêberê wê, ev planên navdewletî pûç kir.

Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê îradeya gelan derket pêş û demokrasiyeke ku herkes nasnameya xwe têde dibîne, saz bû. Li Ṣengalê pêṣî li qirkirina civaka Êzidiyan hate girtin. Li bakurê Kurdistanê, tevî hemû bedelên giranbuha jî, berxwedaneke dirokî dewam dike."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin hewldanên bêhempa yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên 17 sal in ji bo aştiyeke mayînde dimeşîne û hat gotin, "Lê dewleta AKP tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hê girantir kir. Di siyaseta xapandin, înkar û tinekirinê de israr kir û îro jî bi hemû hêza xwe ṣerekî qirêj û hovane li ser gelê me dimeṣîne."
  
FKÊ da xuyakirin, ku her kes dizane aştî û aramiya li Tirkiyeyê bi lihevhatina gelê Kurd û Tirk gengaz e û got, "Lihevhatin jî bi pejirandina mafên gelê Kurd û azadiya wan dikare pêk were. Gelê Kurd azadiya xwe di azadiya Rêberê xwe de dibînin. Weke Federasyona Komeleyên Êzidiyan em jî azadiya Rêber Apo weke azadiya civaka Êzidî dibînin û vê yekê weke şertên aştiyê dibînin.

Li ser vî esasî, ji bo azadiya Rêber Apo û jiyaneke bi rûmet banga me li gelê Kurd û civaka Êzidiyan e; bi ruhê berxwedana Cizirê û Sûrê li ku derê dibe bila bibe tevlî nava refên serhildana rûmetê bibin."