Serokê MEYA-DER'ê yê berê yê Wanê Ferzende Abî ji ber nexweşiya pençeşêra Mesaneyê par ji girtîgehê serbest hate berdan û li nexweşxaneya Amedê ya lê dihate dermankirin piştî rewşa wî giran bû sewqî Enqere hate kirin.
Serokê MEYA-DER'ê yê berê yê Wanê Ferzende Abî di 24'ê kanuan 2009'an de li Wanê di bin navê operasyona "KCK'ê" de hatibû girtin. Abî ji ber nexweşiya pençeşêra Mesaneyê di 12'yê nîsana 2011'an de ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê serbest hatibû berdan. Abî demek dirêje li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê dihate dermankirin û pişt rewşa wî giran bû sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Enqere hate kirin.
Abî di rûniştina doza biryarê de ku di 2'yê tîrmehê de hate dîtin bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal ceza girtibû.