HPG’ê der barê kuştina Ayşe Muhacîr a 15 salî de ku navçeya Geverê ya Colemêrgê li ber malê hate kuşti daxuyanî da û wiha got: “Ayşe Muharcîr jî di encama polîtîkaya kujer a dewleta Tirk (TC) û hikûmeta AKP’ê de hatiye kuştin. Em sersaxiyê ji malbat û xizmên wê re dixwazin.
Fermandiya Herêma Cîlo a HPG’ê der barê Ayşe Muhacîr a15 salî de ku di 13 gulanê de li ber mala xwe hate kuştin de daxuyanî da. Fermandariyê da zanîn ku Muhacîr di encama polîtîkaya kujer a ku tirkan li ser kurdan ferz kiriye de hatiye qetilkirin.
Fermandiyê wiha got: “Di 13’ê Gulanê de li Geverê li taxa Kişlaya berê keça kurd a 15 salî bi 8 guleyan hate kuştin. Ev di encama polîtîkaya TC’ê de pêk hatiye. Çavsoriya dewleta tirk sînor derbas kiriye. Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz, Enes Ata û bi sedan zarokên kurd hatin qetilkirin û bi vê yekê dixwazin hêza gel bişikînin. Bila welatparêz û demokrat bi baldarî û hestiyarî tevbigerin. Divê li dijî her cureyê înkarê rêxistinbûyîna xwe bilindtir bikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de ji malbat û xizmên Ayşe Muhacîr re sersaxî hate xwestin.